Rewşa mafên zarokan li Tirkiyê xirab e

21-11-2018
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Tirkiye Zarok Girtîgeh Roja Cîhanî ya Mafên Zarokan
A+ A-

tenbol (Rûdaw) - Di roja cîhanî ya Mafên Zarokan de li gelek welatan careke din binpêkirinên mafên zarokan tabloyeke reş derdixe pêş. Bi taybetî li Tirkiyê bi hezaran zarok di girtîgehan de ne û di warê destdirêjî û îstismara li ser zarokan jî Tirkiye li cîhanê di rêza 3. de ye. Nebûna polîtîkayeke birêkûpêk, dike ku li vî welatî zarok di bin gelek metirsiyan de bijîn.

 

Li gorî agahiyên midûrê giştî yê girtîgehên Tirkiye, niha zêdeyî 3 hezar zarok, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di girtîgehan de ne. Yek ji wan jî Miraz Akbaba ye ku bînerên Rûdawê wî weke girtiyê herî biçûk ê kurd jî dinasin. Miraz ew du sal in li gel dayîka xwe di girtîgehê de dimîne. Di roja mafê zarokan a cîhanê de, him li cîhanê û him li Tirkiye herî zêde mafên zarokan têne binpêkirin.

 

Bavê Miraz, Cengîz Akbaba ji Rûdawê re dibêje: “Zarokên di girtîgehan de di serî de ji azadiyê bêpar in. Zarokên ku bi daykên xwe re dimînin eynî weke ku ew jî sûcdar û girtîbin miameleyê dibînin. Birina xwarin û vexwerinê qedexe ye, pêlîstok qedexe ne. Miraz niha 27 mehî ye û dema wî tînim, ji dayka xwe û dema dibim jî ji min mehrûm dibe.”

 

Neteweyên Yekgirtî di sala 1989an de 20ê Mijdarê weke roja mafên zarokan diyar kir. Mebest ew bû, ku li ser rûyê cîhanê mafên wan ên jiyanî bi yasayan bêne parastin. Tirkiye jî di nav de 193 welatan ew biryar pejirandine. Lê şer, penaberbûn û sedemên jiyanî xisara herî giran li zarokan dike. Li Tirkiye jî girtîgeh li van sedeman zêde dibe. 743 zarok, ji ber biçûk in û daykên wan girtî ne neçar in ku li girtîgehê mezin bibin.

 

Seroka IHD ya Stenbolê, Gulseren Yoleri jî ji Rûdawê re da xuyakirin: “Gelek binpêkirinên ku zarok li girtîgehan tûşî wan dibin, hene. Divê cezakirina wan a bi zindanîkirinê ji holê rabe. Divê girtîgehên zarokan bêne girtin. Li wir zarok rastî şîddet giran, îstismar û fişarên din tên. Dema em diçin wan deran em dibin şahidê tirsa ku li ser wan e.”

 

Li gorî saziyên pêwendîdar, li girtîgehên zarokan, fişarên giran, tundî, îstismar û binpêkirina hemû mafên wan ên zarokanî hene. Ew jî dibin sedem ku derûniyeke giran li wan peyda bibe û ew ne tenê ji mafên xwe, lê li jiyanê bixwe jî sar bibin.

 

 Seroka Navenda Mafên Zaroka ya Baroya Stenbolê, Aşkin Topûzoglû tekez dike: “Ji bo ku ew pirsgirêk ji holê rabin, divê Tirkiye naveroka peymana Neteweyên Yekgirtî ku  îmze kiriye bi cî bîne. Polîtîkayeke Tirkiye bo zarokan nîn e. Em tenê wan ceza dikin lê bo ku ew li civakê bêne qezenckirin tiştek nayê kirin. Binêrin ew berhem zarokên girtî çêkirine û tev behsa ronahiyê dikin. Divê ew rêbaz biguhire.”

 

Li gorî wezareta dadweriyê li Tirkiye salane 8 hezar zarok rastî îstismarê tên. Tirkiye di ve mijarê de sêyemîn welat e ku herî zêde destdirêjî li zaroka dibe. Li gor TUİKê di 10 salên dawîn de 482 hezar zarok bi destûra dewletê hatine zewicandin. 142 hezar keç bûne dayîk. Xebitandina bi darê zorê, cihêkariyên netewperestî û binpêkirinên civakî jî li aliyekî.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst