Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Civaka Sivîl a Sîstema Cezayên Înfazê (CÎSST) ragihand ku di girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de cih nemaye û zêdeyî 420 hezar kes girtî ne.
CÎSSTê rapora xwe ya Çiriya Pêşîn a 2025an eşkere kir.
Li gorî raporê li 402 girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi giştî 420 hezar û 904 kes girtî hene.
Tevî ku kapasîteya van girtîgehan 304 hezar û 964 kes e, di raporê de hatiye diyarkirin ku 116 hezar û 18 girtî zêdeyî kapasîteya heyî di girtîgehan de ne.
Bi vê yekê jî rêjeya tijebûnê li girtîgehan gihiştiye ji sedî 138an.
Zêdebûn bi operasyonên siyasî ve tê girêdan
Di raporê de tê gotin ku hejmara giştî ya girtiyan di meha çiriya pêşîn de li gorî meha berî wê ji sedî 0,4 û li gorî şeş mehên dawî jî ji sedî 4,4 zêde bûye.
Hejmara girtiyên ku hikmê wan hatiye dayîn 357 hezar û 646 kes e ku ev jî ji sedî 85ê tevahiya nifûsa girtiyan pêk tîne.
Hejmara kesên ku hîn nehatine mehkûmkirin û wekç girtî tên ragirtin jî li gorî meha borî ji sedî 1,2 û li gorî şeş mehên dawî ji sedî 11,7 zêde bûye û gihiştiye 63 hezar û 258 kesan.
Ev zêdebûna bilez di raporê de bi girtina Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu û operasyonên li dijî şaredariyên CHPê ve hatiye girêdan.
Zarok, jin û kal û pîr li girtîgehan
Li gorî amarên meha çiriya pêşîn, hejmara zarokên girtî yên di navbera 12-18 salî de şeş mehên dawî ji sedî 13,7 zêde bûye û gihiştiye 4 hezar û 561 kesan. Ji van zarokan ji sedî 4,1 keç in.
Li girtîgehan 19 hezar û 290 jinên girtî hene.
Hejmara zarokên di navbera 0-3 salî de yên ku bi dayikên xwe re dimînin 434 û hejmara zarokên di navbera 4-6 salî de jî 388 e.
Li gorî raporê, hejmara girtiyên 65 salî û mezintir 6 hezar û 543 e.
CÎSSTê bal kişand ser wê yekê ku divê pêwîstiyên tenduristî û lênêrînê yên taybet ên vê koma girtiyan li ber çavan bên girtin.
Tijebûna zêde zemînê ji bo binpêkirina mafan amade dike
Di rapora CÎSSTê de tê destnîşankirin ku girtîgehên Tirkiyeyê ji kapasîteya xwe ya heyî gelekî zêdetir dixebitin û ev tijebûna zêde şert û mercên jiyana girtiyan dijwar dike û ji bo binpêkirina mafan zemînê amade dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse