Ocalan: Ez naxwazim dayîkeke din şînê bigire

2 demjimêr berê
Nîşan ANKA-DER Kongre Abdullah Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan peyamek ji Kongreya 4emîn a Asayî ya ANKA-DERê re şand û got, “Ez naxwazim dayîkeke din şînê bigire.”

Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên Xwe Winda Kirine ya Anatolyayê (ANKA-DER), kongreya xwe li saloneke dawetê ya li Okmeydaniya Stenbolê li dar xist.

Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş, Hevserokên Rêxistina Bajêr a DEM Partiyê Arîfe Çinar û Çinar Altan, nûnerên DBP, Dayikên Aştiyê, MATUHAY-DER û TJAyê di kongreyê de amade bûn.

"Em naxwazin xwişk û birayên xwe winda bikin"

Meral Daniş Beştaş di kongreyê de axivî û bal kişand ser pêvajoya nû ya ku bi banga Ocalan a 27ê Sibatê dest pê kiriye.

Beştaşê got, "Em êdî naxwazin xwişk û birayên xwe winda bikin. Serê me bi şehîdên me bilind e, ew hemû nirxên vî gelî ne."

Hevberdevka HDKyê diyar kir ku ew di nava pêvajoyeke krîtîk de ne û wiha pê de çû:

"Em guh bidin Rêzdar Ocalan. Em dê vê pêvajoyê bêyî çek, bêyî xwînrijandinê û bêyî ku ti mirovên xwe winda bikin bi rêya siyaseta demokratîk birêxistin bikin."

Peyama Ocalan: "Ez naxwazim dayikeke din şînê bigire"

Di kongreyê de peyama Abdullah Ocalan a bi Kurdî ji aliyê Mehmet Bulut û ya bi Tirkî jî ji aliyê Dayîka Aştiyê Rewşan Doner ve hat xwendin.

Ocalan di peyama xwe de tekez kir ku dilsoziya bi şehîdan re avakirina civakeke demokratîk e û got:

"Di qonaxa niha de têkoşîna azadiyê, ne hunera zêdekirina mirinê ye, hunera birêxistinkirina jiyanê ye.

Ez dixwazim rê li ber şehadeta ciwanekî bi tenê jî bigirim û nehêlim ku dayîkeke din jî li pey zarokê/a xwe şînê bigire."

"Mîrasa wan ne domandina şer e"

Abdullah Ocalan destnîşan kir ku mîrasa şehîdan ne domandina şer e, nîşandana vîna çareseriya demokratîk e.

Ocalan peyama xwe wiha bi dawî kir:

"Dilsoziya bi şehîdan re, nîşandana wê wêrekiyê ye ku mirov ji cihê ku wan lê hiştiye, civakeke demokratîktir, azadtir û mirovîtir ava bike."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst