Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê Tirkiyê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan derbarê êrişa li hemberî Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu de got ku “ew li dijî her her cure tundiyê ne û protestoyên dijî Kiliçdaroglu vegerandine çalakiya tundiyê.”
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek têkildarî êrîşa ser Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu belav kir û tê de got: "Mixabin di merasima cinazeyê şehîdekî me de bûyereke nexweş qewimiye, protestoyên dijî Kiliçdaroglu vegerandine çalakiya tundiyê.
Erdogan di peyama xwe de wiha dibêje: "Duh me çar şehîdên xwe sipartin axê. Xwedê rehma xwe li şehîdên me bike. Ev welat emaneteke pîroz a wan e ku ji me re maye. Mixabin du li Çubukê di merasima cinazeyê şehîdekî me da bûyereke nexweş qewimiye. Protestoyên dijî Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu vegerandine çalakiya tundiyê. Em dijî her cure tundî û terorê ne. Em destûrê nadin ku ti kes aramiya Tirkiyeyê xirab bike."
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu duh Yekşemê (21.04.2019) dema li navçeya Çubuklu ya Enqerê beşdarî merasîma veşartina leşkerekî bibû, ketibû ber êrîşa grûbekê û herçiqas leşkeran hewl dabûn ku Kiliçdaroglu ji êrîşê dûr bixin lê çend kesan bi kulm û pehînan êrîşî wî kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse