Hewlêr (Rûdaw) - Serdama nû ya Parlamentoya Tirkiyeyê îro dest pê dike û CHP dê Erdogan pêşwazî neke.
Serdama nû ya Parlamentoya Tirkiyeyê îro bi merasîmeke taybet dest pê dike.
Merasîma ku dê ji aliyê Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş vê bê lidarxistin demjimêr 14:00an dest pê dike.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî beşdarî merasîma vekirina parlamentoyê dibe û dê axaftinekê bike.
Krîza siyasî
Lê ji ber boykota CHPyê parlamento di nav krîzeke siyasî de vedibe.
CHP ji ber operasyonên li ser partiyê biryar da beşdarî merasîma vekirina parlamentoyê nebe û li Erdogan pêşwazî neke.
Numan Kurtulmuş nerazîbûn nîşanî biryara CHPyê da û got:
“Ev ne helwêsteke demokratîk e. Hûn dikarin di mîtîngan de rexneyan li serokkomar bigirin lê di encamê de serokê dewletê ye.
Divê mirov beşdarî merasîmên fermî bibe.”
Tê çaverêkirin ku Erdogan li ser siyaseta navxwe û şerê Xezeyê biaxive.
Ji aliyê din ve piştî vekirina parlamentoyê tê çaverêkirin ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdan û vegera gerîlayên PKKyê hinek pêngavên yasayî bên avêtin.
Divê were gotin ku Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) jî ragihandibû ku ew beşdarî merasîma destpêkirina serdema nû ya parlamentoyê nabin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse