Kiliçdaroglu ji ber biryara Îmraliyê rexne li CHPyê girtin

22-11-2025
RÛDAW
Nîşan Kemal Kiliçdaroglu CHP Îmralî Komîsyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê berê yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu ji ber biryara serdana Îmraliyê rexneyên tund li partiya xwe girtin.

CHPyê di civîna roja 21ê Çiriya Paşîn de beşdarî dengdana serdana Îmraliyê nebûbû û ragihand ku ti endamê wan di şandeya komîsyonê ya serdana Îmraliyê de cih nagire.

Piştî biryarê bi taybetî ji aliyê Kurdan ve gelek rexne li CHPyê hatin kirin.

Serokê berê yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu roja li hesabê xwe yê Xê vîdeoyek belav kir û rexneyên tund li birêvebiriya CHPyê girtin.

Kilicdaroglu dibêje, divê CHP rîskê wergire û di nav pêvajoya çareseriyê de cih bigre.

Serokê berê yê CHPyê Kemal Kilicdaroglu wiha axivî:

“Partiya Gel a Komarî rêya dewletê diyar dike. Ji Rojhilata Navîn heta Asyayê, ji Qefqasyayê heta Ewropayê, ji Çiyayên Altayê heta Tunayê gotina ku Komara Tirkiyeyê bibêje heye.

Komara Tirkiyeyê nikare bi axên ku lê hesp bezandiye û şehîd dane, were sînordarkirin.

Nabe ku li ser maseya miletên bira yên ku têkiliyên wan ên nêzîk bi wan re danîne were sînordarkirin; nikare were neçarkirin ku bikeve quncikekê.

Divê Partiya Gel a Komarî nehiştina belaya Îsraîl û Amerîkayê ku li Rojhilata Navîn li benda têkçûna me ne û ji bo berjewendiyên bilind ên dewletê neçar e di nav pêvajoyê de cih bigre.

Divê rîskê wergire. Divê ji derveyî siyasetê li mijarê binêre û destê xwe bixe bin kevir.

Hêviya miletê me ji Partiya Gel a Komarî ew e ku di pêvajoya biratiyê de pêşengiyê bike û rêya pêvajoyê destnîşan bike.

Ji bo ku mirov li cihê rast ê dîrokê bisekine pir caran cesaret û biryardarî pêwîst e.

Em dê li ber çavê dîrokê, meşa xwe ya ber bi heq, hiqûq û edaletê ve bi miletê xwe yê hêja re bidomînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst