کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Şandeya ku çûbû serdana Demîrtaş / Wêne: Rûdaw

Şandeya ku çûbû serdana Demîrtaş / Wêne: Rûdaw

TIRKIYE

Selahattîn Demîrtaş: Guhertinên mezin li pêşiya Tirkiyeyê ne

RÛDAW

RÛDAW

22-04-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW22-04-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Edîrne û Kirklareliyê 29 koçberên neyasayî hatin desteserkirin
TIRKIYE19-11-2026

Li Edîrne û Kirklareliyê 29 koçberên neyasayî hatin desteserkirin

Bahçelî 7 pirsgirêkên Tirkiyeyê rêz kirin û banga çareseriyê kir
TIRKIYE19-11-2026

Bahçelî 7 pirsgirêkên Tirkiyeyê rêz kirin û banga çareseriyê kir

Ozgur Ozel: Partiya NÛ endaman nade Desteya Çavdêriyê
TIRKIYE18-11-2026

Ozgur Ozel: Partiya NÛ endaman nade Desteya Çavdêriyê

Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedarê Kurd Selahattîn Demîrtaş ragihand ku guhertinên mezin li pêşiya Tirkiyeyê ne.

Demîrtaş diyar kir ku ew dê ji bo bihêzbûna siyaseta demokratîk çi ji destê wan bê bikin.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Alîkara Serokê Giştî yê CHPyê Meryem Gul Çîftçî, Parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu, Serokê Giştî yê TÎPê Erkan Baş û nûnerê EMEPê, li Girtîgeha Edîrneyê Selahattîn Demîrtaş ziyaret kir.

Piştî hevdîtinê Tuncer Bakirhan, Meryem Gul Çîftçî û Erkan Baş ji medyayê re axivîn.

Piştî daxuyaniyên siyasetmedaran, peyama Selahattîn Demîrtaş hat xwendin.

"Derketina me jî dê polîtîk be"

Demîrtaş di peyama xwe de got:

“Bila her kes vê yekê bizanibe: Em ji bo derketina derve rojan najimêrin. Ketina me ya girtîgehê çi qasî polîtîk bû, dê derketina me jî bi heman awayî be.”

Siyasetmedarê Kurd da zanîn ku dê têkoşîna demokrasiyê ji îro pê ve bi pêş bikeve û geş bibe.

"Guhertinên mezin li pêşiya Tirkiyeyê ne"

Demîrtaş axaftina xwe wiha berdewam kir:

“Pêşîniya me û hesasiyeta me ya herî mezin ew bû ku em rê li ber canjidestdanên ji ber pevçûnan bigirin.

Em kêfxweş in ku me ji bo niha ev yek bi dest xist.

Em hêvî dikin bi qanûnên ku werin derxistin ev rewş mayînde bibe.

Lê belê, têkoşîna rastîn a ji bo demokrasiyê dê ji niha û pê ve bi pêş bikeve û mezin bibe.

Em dê jî li her derê ji bo bihêzkirina siyaseta demokratîk çi ji destê me bê, em dê bikin.

Niha guhertinên mezin li pêşiya Tirkiyeyê ne.

Ji bo ku ev guhertin di berjewendiya gel û karkerên me de bin, pêwîstî bi têkoşîneke berfireh û bihêz heye.”

Selahattîn Demîrtaş di dawiya peyama xwe de, ji bo ziayretê spasiya wan kesan kir ku li ber Girtîgeha Edîrneyê kom bûbûn.

Pirsên