Stenbol (Rûdaw) - Li Tirkiyeyê li gel daketina enflasyonê jî mehane zêdebûna kirêya xaniyan hîn jî li ser rêjeya ji sedî 30 ye. Kirêya xaniyan herî zêde li bajarê Stenbolê biha ye.
Li Stenbolê, meha Nîsanê, kirêya navîn a maleke 100 metreçargoşeyî gihîşt asta 40 hezar lîreyêb Tirkî. Yanî li Stenbolê kirêya xaniyan, meaşê herî kêm ê 28 hezar lîreyî derbas kiriye.
Serokê Odeya Emlakfiroşên Stenbolê Nîzamedîn Aşa li ser vê mijarê got:
“Gelek kes ji ber kirêya zêde êdî dixwazin ji Stenbolê koç bikin.”
Şêniyên bajêr ji kirêya zêde ya xaniyan bêzar bûne.
Ji ber vê yekê kirêciyên berê naxwazin ji malên ku tê de ne derkevin û xaniyekî nû kirê bikin.
Li Stenbolê di nava salekê de kirêya xaniyan heta ji sedî 41 zêde bûye.
Her wiha li Stenbolê xaniyên firotanê yên 100 metreçargoşeyî jî gihîştin derdora 8 milyon lîreyên Tirkî.
Stenbol li Tirkiyeyê bi nifûsa xwe ya 16 milyonî bajarê herî mezin e.
Jiyan û starbûna li nav bajêr her ku diçe zehmettir dibe.
'Stenbol êdî ne bajarekî balkêş e'
Nîzamedîn Aşa diyar kir ku Stenbol bajarekî kozmopolît e û li ser rewşa bajêr wiha peyivî:
“Stenbol êdî ew bajêr nîne ku ji xelkê re balkêş be, were tercîhkirin û xelk bixwaze mala xwe barî wir bike.
Berovajî vê, gelek kes êdî dixwazin ji Stenbolê koç bikin.
Jixwe xwendekar û karmend naxwazin werin Stenbolê.
Her wiha êdî bi van kirêyên zêde jiyana mirovekî asayî jî pir zor e.”
Şêniyên bajêr ji aliyekî ve bi derdê debarê û ji aliyê din ve jî bi derdê kirêya zêde hewl didin jiyana xwe bidomînin.
Motokurye Mert Caner Merîç got:
“Ez ji bo xaniyekî 2 ode û salonekê 30 hezar lîre kirê didim.
Ew jî di qata jêrzemînê de ye. Kirêya xaniyên ku mirov nikare tê de bisitire jî ji 20 hezarî dest pê dike.
Her kes li gorî budçeya xwe li xaniyan digere.
Dema kirê tim bilind dibe, em jî ji neçarî xaniyên guncav ji xwe re digerin.”
Lîstikvanê rêzefîlman Husnu Yîgît jî anî ziman:
“Li Stenbolê kirêya xaniyan gelekî giran bûye.
Ez jî kirêcî me, kirêya min derdora 35 hezar lîreyên Tirkî ye.”
Li Stenbolê bihayê metreçargoşeya xaniyekî kirê di navbera 340 û 400 lîreyên Tirkî de diguhere.
Kirê li gorî navçeyan diguhere
Bazara kirêya xaniyan li gorî herêm, navçe û taxan diguhere.
Li navçeyên wekî Beşîktaş, Sariyer, Kadikoy û Bakirkoyê ku navendî û bi prestîj in, kirê 50-60 hezar lîre û zêdetir e.
Li herêmên wekî Başakşehîr û Maltepeyê kirê di navbera 30 û 40 hezar lîreyî de ne.
Navçeyên wekî Esenyurt, Arnavutkoy, Sultangazî û Bagcilar hinekî guncavtir in û kirê 20-25 hezar lîreyên Tirkî ne.
Malnişîn Devrîm Candan got:
“Mixabin ez di kirê de rûdinim. Mesrefên me ji dahata me zêdetir in.
Dahata me tenê têra kirêya xanî dike.
Ji ber ku êdî starbûna li bajarên mezin pir dijwar bûye ez difikirim ku vegerim bajarê xwe.”
Emîne Xanima malnişîn jî diyar kir ku neviyên wê ji ber nebûna xaniyan nikarin bizewicin û got, "Bi rastî jî jiyan pir zor e."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse