Stenbol (Rûdaw) - Pêvajoya nû ya çareseriyê ku li Tirkiyeyê bi banga Devlet Bahçelî dest pê kiribû li bajarên cuda cuda bi dîdar û konferansan tê nirxandin.
Li Stenbolê jî bi heman boneyê konferansek hat lidarxistin û Bulent Arinç, Gultan Kişanak û Hîkmet Çetîn ku her yek ji partiyeke cuda ye bêşdarî bûn.
Nîqaşên berfireh li ser çawaniya aştiyê hatin encamdan.
Pêvajoya çaraseriya ku li Tirkiyeyê derdorên cuda xistine nava liv û tevgerê li hêlekê jî bi çawaniya pêkanîna aştiyê berdewam dike.
Piştî Amedê vê carê jî li Stenbolê bi konferanseke berfirah ya bi sernavê “Vekirina Rêya Aştiyê” hat lidarxistin û siyasetmedarên naskirî ji DEM Partî, CHP û AK Partiyê hatin ba hev.
“Divê sedem ji holê rabin”
Serokê berê yê Parlementoya Tirkiyeyê Bulent Arinç got:
“Heta ku teror li cihê xwe ma ew pirsgirêk dê berdewam bikin.
Çi qasî hûn pêyva ‘be bandorkirin’ bibihîzin jî heta ku teror hebe dê pirsgirêk her li cihê xwe be.
Ji ber wê jî divê em wan sedemên ku terorê derdixin holê ji holê rakin da ku em karibin bigihîjin aştiyê.”
“Em nikarin bê endîşe nêzî vê pêvajoyê bibin”
Siyasetmedar Gulten Kişanakê bal kişand ser hebûna “endîşeyan” û anî zimên:
“Helbet em nikarin bê endîşe nêzî vê pêvajoyê bibin. Ji ber wê endîşe tiştekî baş e lê divê em du tiştan ji hev cuda bikin.
Gelo endîşeyên me me li cihekî radiwestînin an ji bo diyalogê bêhtir han didin da em rêyeke firehtir vekin. Yan me motîve dike yan nake?
Divê em vê endîşeyê zindî bijîn lê ji bo ku em bigihîjin encamê jî xwe bihêz bikin û bi rê ve bibin.”
Ew konferansa ku ji du rûniştinan pêk hat ji hêla “Pêngava ji Bo Aştiyê” ve hat amadekirin û nîqaş him li ser vekirina rêyekê bo demokrasiyê û him jî li ser aşbûn û wekheviyê hatin kirin.
Di hemû axaftinan de amaje pê hat kirin ku ji bo demokrasiyê jî yekane pirsa ku divê çareyek jê re bê dîtin, pirsa Kurd e.
“Li hêlekê pêvoya aştiyê li hêlekê polîtîkayên tund nabin”
Balyozê malnişîn Riza Turmen jî biland:
“Li hêlekê pêvoya aştiyê li hêlekê polîtîkayên tund nabin. Li hêlekê hun hewl didin Tirkiyeyeke bê şîdet biafirînin lê li hêlekê jî hun bi xwe şîdetê bi kar tînin.
Ev tişt nabe. Divê em vî deriyê ku dewletê piçek jê vekiriye heta dawiyê vekin da ku demokrasî tê re were hundir û bi aştiyê ve bigihîje hev.
Divê polîtîkayên tehekumkar ên dewletê ji holê rabin. Ji ber ku çareseriya pirsa Kurd tenê dikare di çarçoveya demokrasiyê de çareser bibe bibe.”
Panêla yekê ya konferansê bi moderatoriya Fatma Bostan Unsalê hat kirin çû Wezîrê Karên Derve yê Berê Hîkmet Çetîn jî goterek pêşkêş kir.
Beşa duyem a konferansê jî bi beşdariya gelek navên naskirî pêk hat. Ji DEM Partiyê jî gelek parlementer û birêvebirên pilebilind amade bûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse