کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rûdaw

Rûdaw

middleeast

RÛDAW/TAYBET – “Lijneya çavderiyê” diyar bû

Hikmet Durgun

Hikmet Durgun

23-04-2015
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Hikmet Durgun
Hikmet Durgun23-04-2015

Nûçeyên Têkildar

Rêberê Ruhanî yê Ermeniyên Katolîk ên Cîhanê serdana Mêrdîn û Amedê kir
Kurdistan23-11-2026

Rêberê Ruhanî yê Ermeniyên Katolîk ên Cîhanê serdana Mêrdîn û Amedê kir

Raîd Ehmed: Lehengê bêdeng ê ku tîrêjên dilê xwe dabûn niştiman û gelê xwe
Çand û Huner23-11-2026

Raîd Ehmed: Lehengê bêdeng ê ku tîrêjên dilê xwe dabûn niştiman û gelê xwe

Gulistan Kiliç Koçyîgît: Em li bendê ne ku ji MGKyê biryara teyîd û tesbîtê derkeve
TIRKIYE23-11-2026

Gulistan Kiliç Koçyîgît: Em li bendê ne ku ji MGKyê biryara teyîd û tesbîtê derkeve

Mersîn (Rûdaw) – Li Tirkiyeyê di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de ser mijara “Lijneya çavderiyê” lihevkirin pêk hat û navê kesên ku tê de cih bigrin diyar bûn.

Li gorî agahiyên Rûdawê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Rêberê PKK Abdullah Ocalan û Hikûmeta AK Partiyê ser lijneya çavderiyê li hev kirin.

Hat gotin dema eşkerekirina wê biyare bo raya giştî, ne hatiye ragihandin, lê HDP dixwaze di demeke kurt de lijneya çaveriya Qendil û Ocalan were avakirin û ji bo raya giştî bê xuyakirin. Ji aliyên din ve hikûmet jî ji ber hilbijartinan derbarê vê mijarê de naxwaze zû gavan bavêje.

Di hevdîtina şanda Îmralî û rayedarên hikûmetê ya li Dolmabahçeyê de biryara avakirina “lijneya çavderiyê” hatibû standin. Lê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li dijî wê biryarê derketibû.

Piştre hikûmet û serokomar li ser vê mijare li hev kiribûn lê nakokî piştre di navbera HDP û hikûmetê de li ser navê Serokê Komeleya Karsaz û Pîşesaziya Rojhilatê Başûr (GUNSIAD) Şah Îsmaîl Bedirhanoglu derketibû.

Hikûmetê li ser daxwaza HDP, navê Bedirhanoglu ji nava lîsteya lijneya çavderiyê derxist.

Navên hikûmet, HDP û Ocalan li ser hevkirin ev in:

Kadir Înanir, Serokê Komeleya Mafê Mirovan a Tirkiyeyê Ozturk Turkdogan,  Mamosteya Zanîngeha Bilgî ya Stenbolê, rojnamevan û nivîskar Avnî Ozgurel, nivîskar Alî Bayramoglu, nivîskar û sosyolog Nazan Ustundag û nivîskar Fuad Keyman.

Lijneya çavdêriyê dê him bi hikûmetê, Ocalan û KCKê re hevdîtinan bike û pirsgirêkên ku derbikevin bi wan re nîqaş bike û dê hewl bide çareseriyê jê re bibîne..

Tê pêşbinîkirin piştî ku lijneya çavderiyê ji bo raya giştî hat ragihandin, lijne dê des bi xebatên xwe bike.

Ocalan, Qendil û HDPê avakirina lijneya çavderiyê ji bo pêvajoy çareseriyê weke gaveke girîng dinirxînin û ji bo destpêkirina gotûbejan gavek girîng dibînin.

Pirsên