Li ber girtîgehan banga azadiyê: DEM Partî û CHP jî di nav de 8 partî gihîştin hev

1 demjimêr berê
Rawîn Stêrk
DEM Partî û CHP jî di nav de 8 partî gihîştin hev / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
DEM Partî û CHP jî di nav de 8 partî gihîştin hev / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Nîşan DEM Partî CHP Selahattîn Demîrtaş Ekrem Îmamoglu
A+ A-

 Edîrne (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî di nav de, serok û birêvebirên gelek partiyên siyasî yên çepgir, demokrat û sosyalîst li Edîrne û Stenbolê çûn serdana girtîgehan.

Li ber Girtîgeha Edîrneyê ji bo Selahattîn Demîrtaş û li ber Girtîgeha Sîlîvriyê jî ji bo berdana Ekrem Îmamoglu, Osman Kavala û girtiyên din ên siyasî bang hat kirin.

Nûnerên partiyan di axaftinên xwe de amaje bi pêvajoya çareseriyê kir û tekez kir ku dê berdana Demîrtaş bibe nîşaneya samîmiyeta desthilatê ya di mijara çareserî û aştiyê de.

Pêngava nû ya partiyên siyasî

Di demekê de ku pêvajoya çareseriya Pirsgirêka Kurdan li qonaxeke nezelal asê maye û gavên şênber hîn nehatine avêtin, DEM Partî, CHP û hejmarek partiyên din ên çepgir pêngaveke nû avêt.

Hevserok, serok, birêvebir û parlamenterên 8 partiyên siyasî li ber Girtîgeha Tîpa Fya Edîrneyê kom bûn û daxwaza berdana Demîrtaş û girtiyên din ên siyasî kir.

Parlamenterê CHPyê Sezgîn Tanrikulu got:

“Li Tirkiyeyê siyaset di bin zexteke giran a darazê de ye.

Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û gelek siyasetmedar zêdetirî 9 salan e di girtîgehê de ne.

Dorpêçeke siyasî ya giran li ser CHPyê heye.

Namzedê me yê serokkomariyê û şaredarên me di girtîgehan de ne û her roj lêpirsîn vedibin.

Îro him li Edîrneyê û him jî li Sîlîvriyê em dê eşkere bikin ku em bi hev re têdikoşin.”

Beriya ku daxuyanî bên dayîn şandeyeke parêzeran jî di nav girtîgehê de bi Demîrtaş re hevdîtin kir û peyama wî ya ji bo piştgiriya vê çalakiyê bi raya giştî re eşkere kir.

Banga bicihanîna biryarên dadgehê

Berdevka TOPê Juliana Gozenê anî ziman:

“Divê biryarên Dadgeha Mafên Mirovan û yên Dadgeha Bilind demildest bên bicihanîn.

Divê hevalên me yên têkoşînê werin berdan.

Divê tayînkirina qeyûman demildest bi dawî bibe.

Lê em dizanin ku li cihê dadwerî tunebe têkoşîn dikeve meriyetê û hiqûq tenê bi têkoşînê kar dike. Em ji bo vê li vir in.”

Piştî Edîrneyê berê xwe dan Sîlîvriyê

Piştî Edîrneyê karwanê beşdaran vê carê jî berê xwe da Girtîgeha Sîlîvriyê ya ku Ekrem Îmamoglu û hejmarek şaredar, parlamenter, siyasetmedar û rojnameger lê girtî ne.

Beşdaran di axaftinên xwe de heman daxwaz ducare kir û da zanîn ku piştî danîna çek an PKKyê êdî divê aştî û wekhevî serdest bibe.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan anî ziman:

“Me got em pêşî li ser biryarên Dadgeha Bilind û yên Dadgeha Mafên Mirovan bisekinin.

Ji ber ku biryar hatine dayîn lê dewleta Tirkiyeyê wan bernade.

Me got em van bînin rojevê û li ser bisekinin.”

Piştî daxuyaniya li Sîlîvriyê, şandeyek ji nav beşdaran wekî piştgirî derbasî salona dadgehê ya di nav girtîgehê de bû ku doza Ekrem Îmamoglu lê didome.

Tê payîn ku çalakî û hevdîtinên vê hevgirtinê rojên pêş jî li cihên cuda bidomin.

Partiyên ku di nava vê hevgirtinê de cih digirin ev in: CHP, DEM Partî, EMEP, TÎP, DBP, ESP, TOP, EHP û hinek rêxistinên din.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst