Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mêrsînê ya Tirkiyeyê, di dema xebatên lêgerîna ciwanekî 18 salî de ku 19 roj berê ketibû Çemê Berdanê, termê Mehmet Muslukalê 33 salî hat dîtin ku berî 3 rojan zewicîbû.
Li gorî nûçeya DHAyê, li navçeya Tarsûsê ya parêzgeha Mêrsînê Batu Yetîş Kerem Kaplanê 18 salî 3yê Nîsanê ji herêma şelaleyê xwe avêtibû Çemê Berdanê.
Kaplan di nava avê de winda bûbû û tîmên AFAD û polîsên bin avê 19 roj bûn lê digeriyan.
Ji çem termekî din derket
Dema xebatên lêgerîna Kaplan didomiyan, welatiyan di Çemê Berdanê de termek dît û agahî da rayedaran.
Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê, polîs, tîmên tenduristiyê û tîmên AFADê çûn cihê bûyerê.
Tîman term ji avê derxist û piştî lêkolînan ew veguhast morga nexweşxaneyê.
3 roj berê zewicîbû
Di encama lêkolînan de hat diyarkirin ku termê di çem de hatiye dîtin ê Mehmet Muslukal e ku berî 3 rojan zewicîbû.
Tê îdiakirin ku piştî dawetê derûniya Muslukal xirab bûye û dibe ku wî xwe kuştibe.
Lêpirsîna polîsan a li ser bûyerê berdewam dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse