Bakirhan bangî Erdogan kir: Aştî li benda mohra we ye

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Tuncer Bakirhan Recep Tayyîp Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bangî Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan kir û got, “Birêz Serokkomar, aştî niha li benda wê mohrê ye ku li ser were xistin."

Îro li Parlamentoya Tirkiyeyê bi helkefta salvegera 106emîn a damezirandina Parlamentoyê û “23ê Nîsanê Cejna Serweriya Neteweyî û Zarokan” rûniştineke taybet hat kirin.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, li ser kursiya parlamentoyê gotarek pêşkêş kir û li ser pêvajoya çareseriyê axivî.

Tuncer Bakirhan destnîşan kir ku di sedsala nû de pêwîstiya Tirkiyeyê bi "komareke demokratîk" heye da ku hemû gel û nasname bikaribin bi azadî tê de bijîn.

"Biryara çekdanînê ya PKKyê"

Tuncer Bakirhan bal kişand ser banga çekdanînê ya PKKyê û got:

"Biryara çekdanînê ya PKKyê, rûdana herî mezin a dîroka Tirkiyeyê ye.

Di van axên ku bi serhildan û tepeserkirinê tên naskirin de, bi îradeya xwe danîna çekan nîşaneya aqilmendiyeke mezin e.

Lê divê were zanîn ku aştî bi tenê nayê meşandin. Aştî pêpelûkek e ku bi gavên dualî tê hûnandin."

"Çarenivîsa Kurd û Tirkan yek e"

Hevserokê DEM Partiyê bal kişand ser şer û aloziyên li Rojhilata Navîn.

Wî hişyarî da ku di serdemeke wiha de aştiya navxweyî ne bijardeyek, neçariyeke dîrokî ye û wiha domand:

"Îro hêza herî mezin a Tirkiyeyê, çarenivîsa hevbeş a Kurd û Tirkan e. Dîrokê em mehkûmî jiyana bi hev re kirine.

Eger ev hevkarî xurt bibe, dê 86 milyon mirov qezenc bikin.

Divê em vê peymana ku sala 1920an di bin banê vê Parlamentoyê de hatibû avakirin lê sala 1925an birîndar bûbû, niha nû bikin."

Spasiya Erdogan û serokên mixalefetê

Tuncer Bakirhan ji ber îradeya wî ya çareseriyê spasiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan kir.

Bakirhan herwiha ji ber wêrekiya wî spasiya Serokê MHPyê Devlet Bahçelî û ji ber helwestên wan ên erênî spasiya serokên partiyên mixalefetê Ozgur Ozel, Alî Babacan û Ahmet Davutoglu kir.

"Aştî li benda mohra we ye"

Bakirhan tekez kir ku Abdullah Ocalan bi banga xwe ya 27ê Sibatê deriyê çareseriyê heta dawiyê vekiriye û got:

“Birêz Serokkomar, aştî niha li benda mohrê ye. Berpirsyarî li ser milê we ye.

Gel amade ye, Tirkiye amade ye û dîrok amade ye. Niha tam wextê aştiyê ye.

Bila ev parlamento bibe ew parlamentoya ku aştiyê ava dike da ku em ji bo zarokên xwe ne şer lê aştiyê wekî mîrat bihêlin.”

Bakirhan di dawiya axaftina xwe de sersaxî ji bo malbatên wan zarok û mamosteyan xwest ku di êrişên li ser dibistanan de canê xwe ji dest dabû.

Wî daxwaz kir ku parlamento ji bo parastina jiyana mirovan zêdetir berpirsyariyê hilde ser milê xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst