Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, li ser pêvajoya nû ya çareseriyê got, “Gelekî erênî didome. Ti pirsgirêk nînin.”
Erdogan li Parlamentoya Tirkiyeyê beşdarî resepsiyona 23yê Nîsanê bû ku bi mazûvaniya Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş hatibû lidarxistin.
Serokkomarê Tirkiyeyê li wir bi Alîkarî Serokkomar Cevdet Yilmaz, endamên kabîneyê û hinek mêhvanan re demekê sohbet kir.
"Çima em neaxivin?"
Piştre Erdogan derbasî hola resepsiyonê bû û bersiv da pirsên rojnamegeran.
Rojnamegerekî ji Erdogan pirsî, “Gelo hûn difikirin bi Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel re bicivin, pêwendiyek dê hebe?”
Erdogan li ser vê pirsê got, “Ez partiya desthilatê me, ew partiya sereke ya mixalefetê ye. Beriya her tiştî di pirtûka me de ‘na’ tune ye. Çima em neaxivin?”
Her wiha li ser pirsa “Pêvajoya ‘Tirkiyeya Bêteror’ di çi astê de ye?”, Erdogan wiha bersiv da, “Gelekî erênî didome. Ti pirsgirêk nînin.”
Hevdîtina bi lîderên DEM Partiyê re
Erdogan di resepsiyonê de bi Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî re jî demekê li ser pêyan sohbet kir.
Serokkomarê Tirkiyeyê di berdewamiya bernameyê de bi Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Cîgira Seroka Parlamentoyê Pervîn Buldan û endamên din ên DEM Partiyê re civiya û bi wan re jî axivî.
Erdogan her wiha silav da Serokê Kulûba Fenerbahçeyê Sadettîn Saran û mêhvanên din û pişt re ji parlamentoyê veqetiya.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse