HATAY - Bavekî kurê xwe bi kêrê kuşt

23-07-2025
RÛDAW
Nîşan Hatay Mehmet Zekî V
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Hatayê yê Tirkiyeyê bavekî kurê xwe bi derbên kêrê kuşt.

Mehmet Zekî Vyê 45 salî dema li gel kurê xwe Mehmet Vyê 22 salî li ser motorsîkletê xwe bi rê de diçûn, ji ber sedemeke nediyar di navbera wan de nîqaş derket.

Mehmet Zekî V. motorsikletê xwe li ser rêya Taxa Numune Evlerê rawestand û bi kêrê êrişî kurê xwe kir.

Kesên li derdorê aliyên pêwendîdar agahdar kirin û tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê Mehmet V. ku bi giranî birîndar bû bir Nexweşxaneya Dewletê ya Dortyolê.

Lê li gel hemû midaxeleyan Mehmet V. li nexweşxaneyê mir û bavê wî Mehmet Zekî V. jî hat desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst