Hewlêr (Rûdaw) - Di çarçoveya lêpirsîna derbarê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê de, bi tohmetên "xirabbikaranîna erk û fesadiya di îhaleyê de" xebatkarên şaredariyê û birêvebirên berê jî di nav de 13 kes hatin desteserkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derbarê îdiayên "di navbera salên 2021-2024an de di xerciyên konserên ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê ve hatine lidarxistin de, zerera qada giştî çêbûye" lêpirsîn da destpêkirin.
Îro di çarçoveya wê lêpirsînê de 13 kes hatin desteserkirin.
Serdozgeriyê derbarê lêpirsînê de daxuyaniyek belav kir û ragihand:
"Li gorî rapora ku ji aliyê Mufetîşiya Mîlkiyeyê ya Wezareta Navxwe ve hatiye amadekirin, lêkolîna MASAKê, lêkolîna Dîwana Kontrolê û raporên pisporan hatiye tespîtkirin ku di 32 xizmetên konseran de, îdareyê 154 milyon 453 hezar 221,60 lîre zerer dîtiye.
Ji bo girtina gumanbaran Şaxa Têkoşîna Tawanên Darayî ya Birêvebiriya Ewlehiyê kar û xebatên xwe berdewam dike.”
Di nav kesên ku hatine desteserkirin de birêvebirên berê yên Daîreya Kar û Barên Çand û Civakî ya Şaredariya Enqereyê jî hene.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse