Bi hinceta Newrozê 170 kes hatin desteserkirin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Rêveberiya Giştî ya Ewlehiyê ya Tirkiyeyê Operasyon Newroz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya Giştî ya Ewlehiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku berî û piştî Cejna Newrozê li gelek bajaran operasyonên hevdem hatine kirin.

Di van operasyonan de bi hinceta "propagandaya rêxistinê û xwenîşandanên bêdestûr" 170 kes hatin desteserkirin.

Birêvebiriya Giştî ya Ewlehiyê ya Tirkiyeyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê mijarê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Cejna Newrozê ya ku mizgîniya biharê û sembola yekîtî û biratiyê ye, li çar aliyê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi tevlîbûneke berfireh hatiye pîrozkirin.

Li 9 parêzgehan 72 kes

Birêvebiriya Giştî ya Ewlehiyê ya Tirkiyeyê di daxuyaniya xwe de agahiyên operasyonan parve kirin û got:

"Di navbera 17-22yê Adara 2026an de li 9 parêzgehan (Aydin, Êlih, Dîlok, Stenbol, Îzmîr, Kocaelî, Mêrdîn, Riha û Wan) operasyon hatin kirin.

Di van operasyonan de ji ber binpêkirina Qanûna Xwenîşandan û Meşan û propagandaya rêxistinê 72 kes hatin desteserkirin."

Îro jî 98 kes hatin desteserkirin

Li gorî daxuyaniya Birêvebiriya Giştî ya Ewlehiyê ya Tirkiyeyê, îro jî li 6 parêzgehan bi heman hincetê bi ser gelek malan de hatiye girtin.

Birêvebiriya Giştî ya Ewlehiyê ya Tirkiyeyê derbarê operasyonên îro jî got:

"24ê Adara 2026an li 6 parêzgehan (Stenbol, Amed, Îzmîr, Riha, Antalya û Mêrdîn) li dijî kesên ku propagandaya rêxistinê kirine operasyonên hevdem hatin kirin.

Di encamê de 98 kes hatin desteserkirin. Xebatên me yên ji bo aramî û ewlehiya miletê me û parastina nîzama giştî bê navber û bi biryardarî didomin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst