Girtiyekî nexweş canê xwe ji dest da

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mehmet Edîp Taşar Girtiyê Nexweş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Girtiyê nexweş Mehmet Edîp Taşar 21 roj bûn li nexweşxaneyeke Stenbolê dihat dermankirin.

Mehmet Edîp Taşar îro canê xwe ji dest da.

Mehmet Edîp Taşarê 70 salî, ji 3yê Adarê ve dihat dermankirin.

Ew li Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlîvriyêdima.

Taşar îro li heman nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Malbata wî dê cenaze bibe Êlihê

Cenazeyê Mehmet Edîp Taşar dê ji nexweşxaneyê bê wergirtin.

Hat zanîn ku piştî wergirtinê, malbata wî dê cenazeyê bibe Êlihê.

Taşar li Girtîgeha Tîpa Lyê ya Hejmara 5an a Marmarayê (Silîvriyê) dima.

Ew di lîsteya girtiyên nexweş ên rewşa wan giran de bû.

Rêxistinên hiqûqê û mafên mirovan gelek caran ji bo Taşar bangî rayedaran kiribû ku ew bê berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst