Erdogan: Em dê pêvajoyê bigihînin armanca wê

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Pêvajo Newroz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku ew dê pêvajoyê tevî hemû astengiyan bigihînin armanca wê.

Erdogan bal kişand ser "Tirkiyeyeke Bêteror" û got, "Îdeala me ya Herêmeke Bêteror rê li ber planên wan kesan digire ku dixwazin tovên nifaqê têxin navbera Kurd, Tirk, Ereb û Farisan.”

Kabîneya Serokkomariyê piştî navbereke du hefteyî ji bo gotûbêjkirina mijarên girîng bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan civiya.

Recep Tayyîp Erdogan piştî civînê daxuyanî da.

"Em destûrê nadin provokasyonan"

Erdogan li ser pêvajoya çareseriyê peyam dan û wiha got:

“Roja duyem a Cejnê rastî roja Newrozê hat. Newroz li gelek cihan ji aliyê gelên bira ve di nav hewayeke cejnê de tê pîrozkirin.

Salên borî rûdanên ku li gorî ruhê Newrozê nînin diqewimîn.

Lê em dibînin ku bi bandora 'Tirkiyeyeke Bêteror' di van 2 salên dawî de ev bûyer bi awayekî cidî kêm bûne.

Em derbarê wan xeraban de jî tiştê pêwîst dikin ku wekî li Amed û Stenbolê, Newrozê dikin hincet û bi hestên miletê me dileyîzin.

Em destûrê nadin ti provokasyonekê ku sîberê bixe ser nirxên ku Newroz wan temsîl dike.

Ev navtêdanên bi vî rengî yên ku armanca wan têkbirina pêvajoya Tirkiyeyeke Bêteror e dê ji me bersiva pêwîst wergirin.

Van rojan nirxê vê pêvajoyê yê stratejîk baştir tê fêmkirin.

Dê ne hêza provokatoran ne jî ya axayên wan têrê bike ku me ji vê rêya xêrê vegerînin.

“Em dê pêvajoyê bigihînin armanca wê”

Tevî astengiyên cihêreng ên derdikevin pêşiya me, em dê wê pêvajoya ku em 17 meh in bi hestiyariyê bi rê ve dibin bigihînin armanca wê.

Dibe ku rêya me asê be lê rê û asoya welatê me vekirî ye, paşeroja me ronî ye.

Heke pêvajoya Tirkiyeyeke Bêteror lîstika bixwîn a nîv sedsalî xera bike, îdeala me ya Herêmeke Bêteror jî rê li ber planên wan kesan digire ku dixwazin tovên nîfaqê têxin navbera Kurd, Tirk, Ereb û Farisan.

Me ev pêşî di bipêşketinên li bakurê Sûriyeyê de dît û herî dawî jî di plana qirêj a li dijî Îranê de dît.

Ev her du bipêşketinê bi tenê jî têrê dikin da ku nêrîn û nirxê wê yê stratejîk ê ku me sal û nîvek berê danîbû holê, were fêmkirin.

Her ku biratiya me xurttir bibe û serdema çek û tundiyê biqede, yên ku bi ser dikevin dê welatê me, miletê me û gelên bira bin. Bila gumana ti kesî ji vê nebe.

Ev hezar sal e ku em li vê cografyayê bi hev re dijîn. Xem û şahiya me jî bû yek.

Îro jî dilê me bi hev re lê dide, hêsirên me bi hev re dibarin.

Em dê zimanê gerdûnî yê biratiyê li herêma xwe bilind bikin.

Ez hêvî dikim Newroza ku em di bin sîbera şeran de derbas dikin, di serî de ji miletê me re, ji gelên herêmê re aştî, aramî û bereketê bîne.

Ez hêvîdar im ku ev roja watedar girêdanên hezkirinê yên di navbera me de xurttir bike.

Wekî kabîne me di seranserê Remezan û Cejnê de xebatên xwe domandin.

Me 2 hefteyên têr û tijî hem di çarçoveya hevdîtinên bi gelê xwe re hem jî di hevdîtinên derve de li pey xwe hiştin.

12ê Adarê me Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Kuliyeya xwe qebûl kir û me Xelata Aştiyê ya Navneteweyî ya Ataturk pêşkêşî wî kir.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst