Hewlêr (Rûdaw) - Ayasofya, ew bi zimanê kevn yê Yewnanî tê wateya Zanista Pîroz. Tevî endezyarî û avahîsaziya xwe ya tekane ew her wiha bi rola xwe ya siyasî jî xwedî cihekî taybet e di dîroka mirovatiyê de.
Împaratorê Bîzansê Justinianusê Yekem di navbera salên 532 û 537an de wê wek dêrekê ava kiriye li nîvgirava dîrokî ya Stenbolê. Bajêr di dema Osmaniyan de di sala 1453yan de ji aliyê Fatih Sûltan Mehmet ve tê bidestxistin û ew, dêra Ayasofya vedigerîne ser mizgeftê. Biqasî 480 sal ew weke mizgeft tê bikaranîn.
Lê di sala 1934an de di dema Komara Tirkiye de ew bi biryarekê dibe muzexane û 85 sal bi vî hawî tê bikaranîn. Ew ne bitenê ji bo misilmanan lê belê ji bo mesihiyan jî gelekî girîng e û ev qederek e ku ji bo ew dîsa bibe mizgeft li ser wê guftûgo hebû di rojeva Tirkiyê de.
Di 10ê Tîrmeha 2020an de dadgeha bilind wê biryarnameya sala 1934an bettal kir ku Ayasofya pê bibû muzexane. Bi vî hawî Ayasofya careke din bû mizgeft. Ev biryar bû sedemê coşeke mezin li nava cîhana îslamê. Hem ji nava welêt û hem jî ji derveyî welêt gelek kes hatin Stenbolê ji bo şadebûna vê roja girîng û taybet bikin. Ew pêl bipêl berê xwe dan qada Ayasofya û hewl dan nimêja înê bikin.
Hemwelatiyê bi navê Yusuf Ark dibêje, “Wateyeke taybet ya Ayasofya heye îro. Ji ber ku ew berê muzexane bû lê îro tevî van kesan em dimeşin ji bo ku Ayasofya bibe mizgeft. Emê nimêja înê li wir bikin. Dibe ku rojeke din em le cihekî din nimêj bikin lê bi vî rengî em bersivekê didin tevahiya cîhanê û kesên bedbext.”
Adela Sverovic jî dibêje, “Ez berê jî hatibûm Tirkiyê û îro dîsa li vir im. Ez ji Tirkiye hez dikim. Min xwest werim û serdana Ayasofya bikim ji ber ku ew dibe mizgeft. Ez jî misilman im û ev hesteke bêhempa ye. Dixwazim ez jî bibim parçeyek ji vê bûyera dîrokî lewma ez hatim vêderê.”
Ev avahiya dîrokî di lîsteya UNESCO de ye ku weke yek ji taybet mîrata mirovatiyê tê dîtin. Ew her wiha nîşaneya pirçandî û piroliyê ye. Di dîroka xwe ya 1500 salî de bûye cihê gelek împaratorî û olan. Gelek ol û çand û bawerî li vir rastî hev dû hatine û tevlîhev bûne.
Lê li gor hin aliyan biryara wergerîna mizgeftê dê dawî li vê xweşbîniya çand û olan bîne. Di hundirê avahiyê de gelek mozaîk û fresk hene û ew nîşaneyên alema mesîhiyan e. Di dema nimêj û îbadetê de dê ew sembol tev werin veşartin û girtin. Ev jî tê gotin ku pîvaneke ji bo xurtbûna nêrîna radîkal li hember pirolî û kêmîneyên civaka welêt.
Tevî ku bi vî hawî rê li ber pirçandîtiya Tirkiye dê were girtin di 24ê Tîrmeha 2020an de tevî beşdariya bi hezaran bawermendan Ayasofya careke din deriyê xwe ji îbadeta misilmanan re vekir.
Hemwelatiyê bi navê Yasîn Aydogdu jî dibêje, “Nimêj kareke ku di navbera mirov û xwedayê mirov de ye. Dibe ku wateya cih jê re nîn be lê ev der nîşaneya fethê ye. Wateya zafera Îslamê ye ev cih. Lewma wek cih taybet e. Dawiya dawîn hin cih hene ku ji nimêja wê re fezîletek heye. Weke mînak hun dikarin li Qudsê nimêj bikin, hun dikarin li Harem-î şerîf nimêj bikin, li Kabeyê her wiha an li Medîne-î Munevverê jî hun dikarin nimêja xwe bikin. Ew jê re wateyek heye. Lewma wateyeke wisa ji Ayasofya re jî heye. Lewma ew cihekî cuda ye û rewşeke wê ya cuda heye.”
Buşra Aktaş jî diyar dike, “Ayasofya vegeriya ser eslê xwe. Vegeriya ser xwediyê xwe yê rastîn. Ji ber ku ew milkê Fatih Sûltan Mehmet bixwe ye. Ev der yê gelê Tirk e û dê her wisa bimîne. Her çi encamê wê hebe jî emê Ayasofya yê ti carî nedin kesekî. Her kî hewl bide hinekî ji heddê xwe bibuhure bila bizanibin emê sînorê xwe yê welêt hêj firehtir bikin. Ji ber ku Tirkiye xwîna xwe rijandiye li ser vir û wisa bidest xistiye. Fatih jî perê xwe dayd û Ayasofyayê stendiye. Ev der ew cih e ku ala Îslamê lê tê nîşandin.”
Ayasofya ne bi tenê nirxeke aîdê Stenbolê ye. Ew yek ji mîratên tevahiya mirovatiyê ye. Ew çi bi navê xwe yê dêr an mûzexane an jî mizgeftê be jî wek ku di rabirdû de bi vî hawî dihat nasîn dê di dahatuyê de jî bi heman awayî bala tevahiya dinyayê bikşîne ser xwe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse