Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Ikizkoyê yê navçeya Milasê ya Mugalayê li Tirkiyê, ji bo berfirehkirina cihê kana komirê, kompanyayên taybet ji sala 2019an ve hewl didin ku darên wê deverê bêne birîn. Lê xelkê wê navçeyê li dijî wê hewlê radiwestiya.
Îro berê sibehê di demjimêr 5an de, bi piştevaniya hêzên cendirme, makîneyên kar ketine nava Daristana Akbelenê ya û dest bi birîna daran kirine. Xelkê wê navçeyê ku ti hêviyeke wan ji saziyên fermî nemaye, daxwazê ji jîngehparêzan dikin ku piştevaniya vê nerazîbûna wan bikin.
Welatiyên ku dixwazin biçin cihê bûyerê ji aliyê cendermeyan ve tên ragirtin.
Welatiyek dibêje: “Serê sibê demjimêr 5 û nîv bi piştgiriya hejmareke zêde ya leşker û cendermeyan makîneyên birrîna daran ketin Daristana Akbelenê. Darên qajê hatin birîn. Ji bo em nikaribin bikevin daristanê çi ji destê wan hat kirin. Banga min bo jîngehparêz û welathezan e bila piştgiriyê bidin me.”
Jinên gund bi hewar û qêrîn in, dixwazin dengê wan bê bihîstin û dibêjin êşa birîna darekê wek êşa wendakirina zarokekî wan e.
Welatiyeke din jî got: “Niha ligel ku pêwîstiya me bi daristanê heye, li her derê agirê daristanan heye û ev 2 sal in em nobedê li vê derê digrin, birrîna daran bê wîjdanî ye. Min ji wan re got, eger dar bi şewitin careke din dibe ku şîn bibin lê eger bên birrîn êdî têk diçin. Lê ne xema kesî ye. Bi hewara me ve werin.”
Li gundê Ikizkoyê ser bi navçeya Milasê bi armanca berfirehkirina qada madena komirê ya kompanyayên taybet, tê xwestin ku darên Daristana Akbelenê bên birîn lê ji sala 2019an ve nîştecihên gund jî li beramber vê yekê têdikoşin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse