Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar îdiayên qutkirina gaza xwezayî ya ji Îranê diçe Tirkiyeyê red kirin.
Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar diyar kir ku di peydakirina gazê de ti pirsgirêkên wan nînin.
Alparslan Bayraktar doh piştî civîna kabîneyê Tirkiyeyê, pirsên rojnamegeran bersivandin.
"Ti pirsgirêk nînin"
Bayraktar li ser îdiayên ku dibêjin "piştî êrişên Îsraîlê yên li ser qadên gazê yên Îranê, şandina gazê hatiye rawestandin" got:
"Tiştekî wiha nîne. Di peydakirina gaza xwezayî de ti pirsgirêk nînin. Navendên me yên depokirinê niha ji sedî 71 tije ne."
Îdiayên Bloombergê
Bloombergê îdia kiribû ku Îranê herikîna gaza xwezayî ya ku diçe Tirkiyeyê rawestandiye.
Li gorî nûçeya Bloombergê, Tehranê piştî êrişa Îsraîlê ya li ser qada gazê ya Parsa Başûr a Îranê, biryar daye ku şandina gazê bi awayekî demkî rawestîne.
Li gorî amarên Yekîtiya Belavkarên Gaza Xwezayî ya Tirkiyeyê (GAZBir), Tirkiyeyê sala borî nêzîkî ji sedî 14ê pêwîstiya xwe ya giştî ya gazê ji Îranê peyda kiriye.
Ji ber vê yekê, rawestandina gaza Îranê wekî metirsiyekê ji bo ewlehiya peydakirina enerjiya Tirkiyeyê dihat dîtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse