Stenbol (Rûdaw) - Girtiyê nexweş Mehmet Edîp Taşarê 70 salî yê ku ji 3yê Adarê ve li Nexweşxaneya Dewletê ya Silîvriyê ya Stenbolê dihat dermankirin, 24ê Adarê wefat kir.
Malbata wî, birêvebirên DEM Partiyê, parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û birêvebirên TUHAY-DERê ji bo wergirtina cenaze çûn Saziya Tiba Dadî ya Stenbolê û cenaze ber bi Êlihê ve bi rê ket.
Nexweşiya wî giran bû lê nehat berdan
Mehmet Edîp Taşar nexweşê pençeşêrê bû.
Berî niha 19 caran anjiyo bûbû û kîloya wî daketibû biniya 40î lê Saziya Tiba Dadî sê caran biryar da ku “ew dikare di girtîgehê de bimîne.”
Mehmet Edîp Taşar ji sala 2022yan ve li Girtîgeha Silîvriyê wekî girtiyê siyasî dihat girtin.
Ew di lîsteya girtiyên nexweş ên rewşa wan giran de bû. Ew bavê 13 zarokan bû û bi hinceta “endamtiya PKKyê” hatibû girtin.
"Bavê me nedan me"
Diyar Taşarê kurê Mehmet Edîp Taşar ji Rûdawê re axivî û got:
“Nehiştin ku bavê me di nav malbata xwe de wefat bike. Me berî niha çend caran ji dozgerên komarî re nivîsên fermî nivîsandin.
Me got bavê me nexweş e, rewşa wî ne baş e. Me xwest ku bavê me bidin me da ku em tedawiya wî bikin û çi ji destê me bê em bikin. Me çi kir jî bavê me nedan me.”
Parêzer: Kîloya wî daketibû biniya 40î
Rojbîn Aslana parêzera Mehmet Edîp Taşar û endama OHDyê jî diyar kir ku rewşa wî gelekî giran bû û anî zimên:
“Rewşa Mehmet Edîp Taşar pir giran bû. Kîloya wî daketibû biniya 40î. Dema em diçûn dîtina wî, ew bi kursiyê astengdaran dianîn.
Me bi rêxistinên hiqûqê û mafên mirovan re gelek caran bangî rayedarên dewletê kir ku ew were berdan lê mixabin nehat berdan.
Îro jî nûçeya wefata wî gihîşt me. Em gelekî xemgîn in.”
Li girtîgehan hezar û 412 girtiyên nexweş hene
Li gorî amarên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li girtîgehên Tirkiyeyê bi giştî hezar û 412 girtiyên nexweş hene û rewşa 335an ji wan pir giran e.
Li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rewşa girtiyên nexweş her ku diçe giran dibe.
Yasayên navneteweyî hene lê heta niha jî ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên siyasî gaveke berbiçav nehatiye avêtin.
Li hêla din, di nav raya giştî de yek ji bendewariyên pêvajoya çarseriyê jî ew e ku girtiyên nexweş û hemû girtiyên siyasî demildest bên berdan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse