Li Enqereyê çalakiya karkeran: 'Em mafên xwe dixwazin'

2 demjimêr berê
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Karker Sercan Kirenlî\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Karker Sercan Kirenlî\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Doku Madencîlîk Enqere Xwenîşandana Karkeran
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - 110 karkerên kanzayeke komirê zêdetirî 10 rojan e li Enqereyê ji bo mafên xwe di çalakiyê de ne.

Ew karkerên kanzaya Doruk Madencilikê didin xuyakirin ku piştî firotina kanzayê, ew ji kar hatine dûrxistin û wan meaş û qerebûyên xwe wernegirtine.

Malbatên karkeran jî li bin baranê li kêleka wan radiwestin û piştgiriyê didin wan.

8 rojan ji bo mafê xwe meşiyan

Li Enqereyê di bin baraneke bi hêz de, karkerê kanzayê Sercan Kirenlî tevî malbata xwe ji bo wergirtina meaş û heqdestê xwe di çalakiyê de ye.

Ew tevî 110 hevalên xwe 8 rojan meşiyane û ji bajarê Eskîşehîrê gihîştine Enqereyê.

Sercan Kirenlî li ser daxwazên xwe got, “Ez tenê meaşê xwe yê 5 mehan, qerebûya xwe ya 15 salan û heqdestên xwe yên 6-7 salên sendîkayê dixwazim.

Em tiştekî din naxwazin, bila pereyê me bidin em dê biçin mala xwe.”

Keça karkerê kanzayê Sîmge Kîrenliyê jî diyar kir ku ew bi bavê xwe serbilind e lê ev mesele bandoreke xerab li ser wan dike û ew nizanin dê çi bi serê wan were.

Hevjîna wî Sevîl Kîrenliyê jî got, “Ji bo me jî gelekî zehmet e. Ez her dem li pişt hevjînê xwe me.

Zarokên me di rewşeke xirab de ne, gava bavê xwe di televîzyonê de dibînin derûniya wan têk diçe.”

Karker ji kar hatin derxistin

Karkerên kanzaya komirê ya Doruk Madencilikê eşkere dikin ku bêyî dayîna meaşên wan ên mayî, heqdest û qerebûyên wan, ew ji kar hatine derxistin.

Karker Ahmet Erden li ser vê rewşê got, “Qerebûyên me nedan, mafên me yên sendîkayê nedan.

Meaşên hevalên me yên ji 3 mehan heta 8 mehan nehatine dan.”

Karkerekî bi navê Samet Buyuk jî diyar kir ku xwediyên şirketê derî li ser rûyê wan girtiye û wan karker gelekî mexdûr kirine.

Karker tekez dikin heta mafên wan neyên dan ew naçin malên xwe.

Piştgiriya partiyên siyasî

Ji bo piştgiriya çalakiya karkeran, parlamenter û berpirsên CHP û DEM Partiyê jî li qadê ne.

Parlamentera CHPyê Aylîn Nazlî Akayê got, “Em wekî CHPyê dê li kêleka karkeran bin, em dê mafê wan û rûmeta wan biparêzin.

Ji wan re dibêjin ‘sebir bikin’ lê bila bizanin ku beroş bi sebrê tijî nabe.”

Parlamenterê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar jî diyar kir ku 5 meh in meaşê karkeran nayê dan û got:

“Îro di bin baranê de çalakiya birçîbûnê dikin. Malbatên wan jî hatine û mafê xwe dixwazin.”

Dîroka kanzayê

Hikûmeta Tirkiyeyê sala 2016an bi hinceta ku xwediyê wê endamê cemaeta Fethullah Gulen e dest danîbû ser Doruk Madencilîkê.

Heman kanza sala 2022yan ji aliyê Yildizlar Holdîngê ve hat kirîn. Piştî vê firotinê, 110 karker bêyî ku meaş û qerebûyên xwe bistînin ji kar hatibûn derxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst