Dema kongreya DEM Partiyê eşkere bû

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Ayşegul Dogan DEM Partî Kongre Pêvajo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, piştî civîna Birêvebiriyê ya Navendî (MYK) ya ku 2 rojan ajot li navenda giştî ya partiyê derbarê rojevê de civîneke rojnamegeriyê li dar xist.

Ayşegul Doganê ji salnameya kongreyê heta berxwedana karkerên madenê, ji "Yekîneya Edaletê" ya ku tê plankirin were avakirin heta pêvajoya çareseriyê gelek mijaran nirxan din.

Berxwedana karkerên madenê

Doganê bal kişand ser berxwedana karkerên Doruk Madenê. Ev karker ji Eskîşehîrê ber bi Enqereyê ve meşiyabûn.

Doganê bi bîr anî ku karker li Enqereyê rastî barîkata polîsan û tundiyê hatine.

Doganê li ser vê mijarê got, "Li vê derê xespkirineke sîstematîk a kedê heye. Karker hene ku 5 meh in meaşên xwe nestendine.

Ji bo paşerojeke birûmet em dê piştgiriya xwe ya bi karkerên madenê re bidomînin."

"Komîsyona rûbirûbûna bi heqîqetê re dê çawa bixebite?"

Doganê diyar kir ku divê polîtîkayên rûbirûbûna bi dema borî re û yên bêcezabûnê bi dawî bibin.

Doganê têkildarî komîsyona nû ya ku tê payîn ji bo hinek dosyeyên kujerên wan nediyar in bê avakirin ev pirs pirsîn:

"Dê ev yekîne çawa bixebite? Dê kîjan pîvanan esas bigire?

Daxwaza rûbirûbûna bi heqîqetê re dereng mabe jî dîtina bersiveke sazîbûyî em girîng dibînin.

Lê belê divê ev serokatî ji bo pêkanîna edaletê rêbazên li gorî hiqûqê diyar bike."

Dê Meclisa Partiyê dema kongreyê diyar bike

Ayşegul Doganê li ser pêvajoya kongreyê jî agahî parve kirin û eşkere kir ku partî ketiye pêvajoya nûbûnê.

Berdevka DEM Partiyê Ayşagul Dogan wiha axivî:

"DEM Partî ji bo ku amadekariya serdemeke nû bike dixwaze kongreya xwe ya asayî bike.

Ji bo diyarkirina salnameya wê jî nîqaş didomin.

Em amadekariyên kongreya xwe bi nîqaşkirina bi aliyên herî berfireh re dikin da ku her kesî li xwe bigire.

Loma em konferansan dikin, di dawiyê de konferanseke mezin û paşê jî em dê kongreya xwe ya mezin bikin.

Em dê kongreya xwe ya asayî payîzê, wekî mehên Îlon an jî Çiriya Pêşîn bikin.

Em dê dema kongreyê di Meclisa Partiya xwe de zelal bikin.”

Pêvajoya çareseriyê

Doganê nîqaşên pêvajoya çareseriyê jî nirxandin û tekez kir ku meseleya herî bingehîn a Tirkiyeyê aştî û pêvajoya civaka demokratîk e.

Doganê anî zimên ku ji bo pêvajo bi pêş ve biçe divê gavên şênber û yasayî bên avêtin û ev îfade bi kar anîn:

"Carinan rawestin çêdibin, carinan rîtma wê di leza ku tê xwestin de nabe.

Ev yek di raya giştî de deng vedide ku 'nexwe xitimandinek heye'.

Li hemberî van nêrînan, di serî de em wekî partiyên siyasî, divê her kesê ku li Tirkiyeyê aştiyê, mafê jiyanê, demokrasiyê, wekhevî û azadiyê diparêze, ji bo ku em bikaribin vê yekê bi ser bixin bi hev re berpirsyariyê hîs bike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst