HDP û YSPê biryara xwe ya bo gera duyem aşkere kirin

25-05-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk (YSP) îro di daxuyaniyekê de helwesta xwe ya ji bo hilbijartina gera duyem a hilbijartina Serokkoamriya Tirkiyê aşkere kirin.

HDPê û YSPê ragihandin, ku ew dê di gera duyem a hilbijartinê de piştgiriyê bidin Kiliçdaroglu.

Di konferansa rojnamevanî de, Hevserokên HDPê Mithat Sancar û Pervîn Buldan û Hevberdevkên YSPê Çigdem Kiliçgun û Ibrahîm Akin amade bûn.

“Neçareseriya pirsgirêka Kurd ne di berjewendiya civakê de ye”

Di destpêkê de Hevseroka HDPê Pervîn Buldan axivî û amaje bi protokola ku di navbera Kemal Kiliçdaroglu û Umit Ozdag de hatiye îmzekirin kir û got, şaş e ku mijara koçberan ji bo berjewendiyên siyasî bê bikaranîn.

Pervîn Buldan got: “Me protokola ku di navbera Partiya Zaferê û CHPê de ya di vî warî de hat îmzekirin nirxand û rexneyên xwe bi raya giştî re parve kir. Armanca sereke ya têkoşîn û siyaseta me ya Rêya Sêyem ew e ku em rê li ber hilweşîna dewletê û îmkanên civakê ji bo rantgiran  bigirin û sîstemê bigihînin standardeke gerdûnî ya wisa ku maf û azadiya welatiyan, edaleta civakî û demokrasiyê esas digire. Tekane tişta ku dihêle em tawîzan nedin û teslîm nebin, daxwaz û hewcedariya gelên me yên bindest û mezlûm e.”

Têkildarî desteserkirina îradeya Kurdan bi rêya qeyûman jî Buldan axivî û diyar kir: “Yên ku bi rêya qeyûman dest datînin ser îradeya siyasî ya Kurdan, di heman demê de dest datînin ser maf û azadiyên hemû gelên Tirkiyeyê jî. Çaresernekirina Pirsgirêka Kurd ne di berjewendiya civakê de ye. Bêyî têkdana vê lîstika çaresernekirinê, Komar dê bi demokrasiyê re nebe yek.”

Hevseroka HDPê Pervîn Buldan di berdewamiya axaftina xwe de ragihand, di hilbijartinên 14ê Gulanê de guhertina demokratîk bi xurtî hat qebûlkirin û got: “Dengdana yekgirtî ya li dijî sîstema heyî ji bo azadiyeke zêdetir û demokrasiyê ye. Astengiya herî mezin a li pêşiya pêkanîna daxwazên rejîma Erdogan ev rejîm bi xwe ye. Erdogan ji bo me ne vebijark e. Û tekane vebijêrk; guhertina wê û hêza ku wê temsîl dike ye.”

Buldan herwiah destnîşan kir: “Naskirina bendewariya demokrasî, hiqûq, edalet û wekheviyê ya gelê Kurd û ya Tirkiyeyê bi giştî û îradeya sindoqên demokratîk girîng û sereke ye.”

“Di polîtîkaya me de ti guhertin tune ye”

Piştre Îbrahîm Akin axivî û got, “Em ê di 28'ê Gulanê de xebatên ku di 14'ê Gulanê de neqediyane biqedînin. Li hemberî kesên ku hewl didin vê daxwaza guhertinê asteng bikin, teqez em dê biçin ser sindoqan. Em li vir in û bi biryar in. Di polîtîkaya me de tu guhertin tune ye.”

"Ev hilbijartin ne tenê hilbijartina Erdogan û Kiliçdaroglu ye"

Çîgdem Kiliçgun Uçar jî got, “Ev hilbijartin ne tenê hilbijartina Erdogan-Kiliçdaroglu ye. Ev hilbijartin ya me ye. Dengê me dîsa ji bo demokrasî, guhertin û veguhertinê ye. Hilbijartinên 14'ê Gulanê veguherî hêviyeke pir cidî û ev hêvî rast e. 28ê Gulanê tam navnîşana serketinê ye.”

‘Bila her kes biçe ser sindoqan’

Herî dawî Hevserokê HDPê Mithat Sancar axivî û bang li wan kesan kir ku di gera yekem a hilbiajrtinan de neçûne ser sindoqan û deng nedane û got: “Em biçin ser sindoqan, sindoqan biparêzin û bi vîna xwe vê rejîma qesrê biguherînin.”

Mithat Sancar piştî daxuyaniyê bersiva pirsên rojnamevanan da û got, ew bawer dikin ku di gera duyemîn de dê daxwaz û vîna guhertinê serbikeve.

“Me biryar di desteyên xwe de dan”

Mîthat Sancar li ser pirsa Nûçegîhanê Rûdawê yê Enqerê Şewket Herkî ya “gelo di dayîna biryarê de nêrîna pêkhateyên Hevpeymaniya Ked û Azadiyê û dengderan hat wergirtin yan jî hevdîtin bi CHPê re hat kirin” got, “Pêvajoyên biryar û desteyên me diyar in. Me duh tevahiya rojê bi desteyên xwe re nîqaş kirin. Muxatabên me yên diyalogê gelên Tirkiyê ne. Me biryar di nava xwe de, bi raya giştî re û bi prensîba diyalogê da. Ji xeynî vê yekê me ti hewldan nekirine.”

“Gelê Kurd dê bi biryardariyeke mezintir biçe ser sindoqan”

Sancar bersiva pirsa “gelo dê dengdêrên Kurd ji ber gotinên neteweperest ên di siyasetê de serdest in li ser sindoqan bertek nîşan bidin an nedin” got, “Di gera duyemîn a vê hilbijartinê de jî wê bi heman biryardarî û tevlîbûneke bilind vîna xwe nîşan bide. Gumana me tune ku gelê Kurd dê bi rêjeyeke bilindtir biçe ser sindoqan.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Wêneyekî temsîlî /  Arşîv

Naveroka Paketa Darazê ya 11an çi ye?

Tê pêşbînîkirin ku 55 hezar girtî bên berdan û bi hezaran girtî jî ji girtîgehên girtî derbasî girtîgehên nîvvekirî bibin