Hewlêr (Rûdaw) - Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî derbarê komîsyona ku tê plankirin li Parlamentoya Tirkiyeyê were avakirin got, “Divê komîsyon tenê bi Parlamentoyê ve neyê sînordarkirin.”
Heyeta ku ji Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê û Sezaî Temellî û Alîkarê Hevserokê Giştî Ozgur Turkdogan pêk dihat doh li Enqereyê bi Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç re civiyan.
Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de bi taybetî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, girtiyên siyasî û yên nexweş hatine rojevê.
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî bû mêvanê bultena Rûdawê pirsên Hevîdar Zanayê bersivandin.
Temellî diyar kir ku wan hevdîtineke girîng pêk anî û binpêkirinên mafan ên sîstematîk ên li girtîgehan û şert û mercên giran ên girtiyên nexweş bi berfirehî bi Yilmaz Tunç re nîqaş kirine.
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî got:
“Miameleyên li girtîgehan êdî veguherîne şkenceyê.
Bi taybetî gihîştina girtiyên nexweş a xizmetên tenduristiyê hema bêje ne mumkin e.
Sewqkirina nexweşxaneyê jî pirsgirêkeke cidî ye.
Me eşkere diyar kir ku divê ev ,miamele demildest bên bidawîkirin.”
Temellî da zanîn ku Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê derbarê mijarê nîşe girtine.
Miameleyên kêfî yên li girtîgehan
Temellî destnîşan kir ku di hevdîtinê de biryarên kêfî yên komîsyonên çavdêriyê yên li girtîgehan jî hatine rojevê.
Temellî da zanîn kir ku wan gilî û gazincên ji girtîgehên wekî Karabuk, Bolu û Tekîrdagê yek bi yek parve kirine û anî ziman:
“Ev tenê bandorê li girtiyan nake, di heman demê de dibe sedema mexdûriyeteke mezin a malbatên wan ên li derve.
Em di vî warî de jî gavên bilez hêvî dikin.”
Biryara fesixkirina PKKyê û valahiya hiqûqî
Temellî li ser pirsa derbarê rewşa kesên ku bi tohmeta “endamtiya rêxistinê” di girtîgehan de ne bal kişand ser rewşa gelek girtiyên ku tevî biryara PKKyê ya fesixkirina xwe jî bi tohmeta “endamtiya rêxistinê” di girtîgehê de ne.
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî got:
“Li vir valahiyeke hiqûqî heye. Divê Parlamento bixebite û sererastkirinên pêwîst pêk bîne ku encama vê biryarê li dadgeh û girtîgehan were xuyakirin.”
Komîsyona Parlamentoya Tirkiyeyê û pêvajo
Temellî bal kişand ser civîna bi bangewaziya Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş jî û da zanîn:
“Bi mutabakata hevbeş armanc ew e ku berî ku Parlamento were girtin komîsyonek bê avakirin.
Tê plankirin ku komîsyon tevahiya havînê bixebite û dema serdema nû dest pê bike bi pêşniyarên qanûnên diyar vegere Parlamentoya Tirkiyeyê.”
Temellî da zanîn ku komîsyon dê tenê bi partiyên ku komên wan hene re sînordar nemîne û dê cih ji partiyên din ên siyasî re jî were dayîn û dê bi baroyan, rêxistinên civakî yên sivîl û rûspiyên yên civakê re jî pêwendiyan deyne û bi vî awayî mutabakata civakî ya berfireh tê armanckirin.
Temellî derbarê pêvajoyê got:
“Em li parlamentoyê ji vê mijara danîna çekan wêdetir li ser sererastkirina hiqûqî ya ku dê di encama danîna çekan de pêwîstî pê hebe, disekinin.
Biryara danîna çekan an jî gotûbêjên derbarê ka dê ev pêvajo çawa were birêvebirin dê ji aliyê gotûbêjên birêz Ocalan bi rêxistin û dewletê re bê diyarkirin.
Tişta ku dikeve ser milê me, mijara ku em berpirsyarê kirina wê ne, ew e ku em zemîna hiqûqî, ewlehiya hiqûqî û şert û mercên hiqûqî biafirînin, hewldana me di vê rêyê de ye.
Bêguman em dizanin ku eger em di vê yekê de bi ser bikevin dê gelekî girîng bandorê li pêvajoya din bike lê mijara ka dê ev prosedur çawa bimeşe dê bi gotûbêja mixetabên wê were diyarkirin.”
Komîsyona Parlamentoya Tirkiyeyê dê çawa bixebite?
Temellî li ser pirsa komîsyona ku li Parlamentoya Tirkiyeyê dê were avakirin çawa bixebite anî ziman:
“Komîsyona Parlamentoya Tirkiyeyê dê gelek komîsyonên jêr ava bike û bi rêya wan komîsyonên jêr jî bixebite.
Komîsyonên jêr dê bi baroyan re, bi rêxistinên civaka sivîl re bixebitin.
Beşek ji van komîsyonên jêr dê bi rûspiyên civakê, bi beşên girîng ên civakê re bicive.
Yanî di eslê xwe de dê gelek şaxên jêr ên komîsyonê hebin û ev şaxên jêr dê bigihêjin hemû beşên civakê.
Hem tevlîbûna wan a pêvajoyê hem jî bêguman dê bi taybetî, bigihêjin lihevkirineke hevbeş di mijara aştiyê de.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse