Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 30 şaredariyên bajar û bajarokan bi giştî bi 10,5 milyar lîreyan deyndarî xezîneyê ne.
Ji wî deynî, şaredariyên qeyûm û AK Partiyê bi 6,7 milyar lîreyan deyndarên xezîneyê ne.
Wezareta Darayî û Xezîneyê ya Tirkiyeyê 21ê Tebaxa 2023yan deynên 30 şaredarî û îdareyên xwecihî yên bajar û bajarokên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê eşkere kirin.
Li gorî amarên wezareta navborî, ew 30 şaredarî û îdareyên xwecihî bi giştî 10 milyar û 504 milyon lîreyan deyndarî xezîneyê ne.
Lê 6 milyar û 698 milyon lîre ji wî deynî ji aliyê şaredarên AK Partiyê û qeyûman ve hatine kirin.
Herî deyndar şaredariya Kocaeliyê ye
Li gorî amaran, Şaredariya Bajarê Mezin a Kocaeliyê ku di destê AK Partiyê de ye, di nav şaredariyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de bi 2 milyar û 229 milyon lîreyan şaredariya herî deyndar e.
Piştî wê, Şaredariya AK Partiyê ya Samsunê jî bi 941 milyon lîreyan di rêza dûyem de ye.
Îdareya Av û Avrêjan a Şaredariya Samsunê jî bi 353 milyon lîreyan deyndarî xezîneya Tirkiyeyê ye.
Deynên hinek ji Şaredarî û Îdareyên Xwecihî wiha ne:
Şaredariya Êlihê (qeyûm): 336 milyon û 56 hezar lîre.
Şaredariya Bajarê Mezin a Bursayê (AKP): 759 milyon û 623 hezar lîre.
Îdareya Av û Avrêjan a Bursayê(AKP): 414 milyon û 726 hezar lîre.
Şaredariya Bajarê Mezin a Denîzliyê (AKP): 73 milyon û 960 hezar lîre.
Şaredariya Bajarê Mezin a Dîlokê (AKP): 34 milyon û 274 hezar lîre.
Şaredariya Sêrtê (qeyûm): 71 milyon û 254 hezar lîre.
Şaredariya Sêwazê (AKP): 264 milyon 414 hezar lîre.
Îdareya Av û Avrêjan a Amedê (qeyûm): 216 milyon û 584 hezar lîre.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse