Tirkiyê ji Googleyê xwest ku nexşeya Kurdistanê ji beşa Mapsê reş bike

25-12-2018
RÛDAW
Nîşan Google Maps Kurdistan Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Cahît Turhan daxwaz ji  Googleyê kiriye ku navê Kurdistanê di beşa “Maps” (nexşe) de reş bike.

 

Googleyê nexşeya Kurdistana Mezin li beşa Maps a îngilîzî zêde kiriye.


Serokê Fraksiyona ÎYÎ Partiyê li Parlamentoya Tirkiyê Yavuz Agiralioglu peşniyazpirsek derbarê vê mijarê de ji Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Cahît Turhan kiribû û wî jî îro bersiv da.


Cahit Turhan diyar kir ku wan berî çend rojan daxwaz ji kompaniya Google kiriye, nexşeya Kurdistanê Mezin rakin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst