Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê ragihand ku Heyeta Îmraliyê dê sibe bi Abdullah Ocalan re bicive.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê di konferanseke rojnamegeriyê ya li navenda giştî ya partiyê de rûdanên dawî nirxandin.
Doganê da zanîn ku Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê sibe ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re diçe Girava Îmraliyê û tekez kir ku ev hevdîtin "gelekî girîng" e.
"Dê sernavên krîtîk li ser maseyê bin"
Doganê li ser naveroka hevdîtinê agahî dan û diyar kir ku heyet dê li gel Ocalan hinek gavên têkildarî pêvajoyên yasayî û çend sernavên ku di nav raya giştî de tên nîqaşkirin gotûbêj bike.
Berdevka DEM Partiyê bi bîr anî ku wan berê jî gotibû ku ew li benda hevdîtineke wiha ya piştî cejnê ne û ragihand ku dê bipêşketinên nû bi raya giştî re bên parvekirin.
Tekeziya li ser zemîna yasayî û çekdanînê
Doganê bal kişand ser du xalên bingehîn ên hevdîtinê û got:
"Nîqaşên li ser şert û merc û statuya Ocalan, sererastkirinên yasayî û çarçoveya ku tê plankirin ji bo çekdanînê were amadekirin."
Doganê diyar kir ku dê di vê çarçoveyê de pêşniyarên Ocalan werin girtin û tekez kir ku divê pêvajo li ser zemîneke yasayî were meşandin.
"Divê şert û merc werin başkirin"
Doganê tekez kir ku Ocalan ji bo herêmê aktorekî girîng e û anî zimên ku divê şert û mercên wî yên niha werin guhertin.
Doganê ji bo Ocalan pênaseya "serkirdeyekî ku projeyeke li ser bingeha pirnasnameyî, pirzimanî û jiyana hevbeş pêşniyar dike" bi kar anî û got ku ji ber vê rolê divê şert û mercên wî werin başkirin.
Pêwendî û dan û standin didomin
Berdevka DEM Partiyê destnîşan kir ku Ocalan ji sererastkirinên yasayî heta paşeroja pêvajoyê li ser gelek sernavan pêwendî û dan û standinên xwe yên bi aliyên pêwendîdar re didomîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse