Erdogan: Em teslîm nabin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Îsraîl Îran Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji ber êrişa li Îranê bertek da Amerîka û Îsralê.

Erdogan her wiha got, "Em dê teslîmî bangêrên şer nebin. Kesên ku aştiyê diparêzin dê bi ser bikevin."

Erdogan li Civîna Serokên Bajêr a Berfireh a partiya xwe (AK Partî) axivî û Îsraîl bi tundî rexne kir.

Erdogan diyar kir ku şerê ku bi teşwîqkirina Îsraîlê 28ê Sibatê li dijî Îranê dest pê kiriye, herêmê di nav bêhna xwîn û barûtê de dihêle.

Erdogan anî zimên ku zarokên bêguneh li ser kursiyên dibistanan dibin hedefa mûşek û bombeyan û herêm di nav rojên herî biêş re derbas dibe.

“Ma ferqa Kurd, Tirk, Ereb yan Farisan heye?”

Erdogan bal kişand ser yekîtiya pêkhateyên herêmê û wiha peyivî:

“Ez dixwazim eşkere bibêjim, li kû derê be bila bibe yên ku bi bêrehmî tên kuştin birayên me ne.

Zarokên ku di dibistanan de canê xwe didin, zarokên me ne.

Ew jinên ku dilê wan bi êşa zarokan bûye Kerbela, dayîkên me ne.

Bajarên ku bûne kavil, bi heman awayî bajarên me ne.

Ez bi dilêşî dipirsim; gelo ferqa hêsirên ku li Îsfehan, Tebrîz û Tehranê tên rijandin ji hêsirên li Hewlêr, Eman, Bexda, Beyrût, Sana, Doha û Riyadê çi ye?

Di çavê tora komkujiyê de, ma ferqa wê heye ku navê me Elî, Murtaza, Omer, ayşe yan Zeyneb be?

Çi li Îranê be çi jî li Kendavê, ma ne em in yên ku bi her mûşekekê zererê dibînin, tên lêdan û xwîn ji me diçe?

Ma ne aboriya herêma me ye ku ji ber vî şerê bêwate xwîn winda dike?

Di çavê êrişkarên ku ev 27 roj in tu prensîb, nirx û pîvanan nas nakin de, ji bo Xwedê ma ferqa wê heye ku em Şîe yan Sunî bin, Tirk, Kurd, Ereb yan Farisî bin?

Binêrin, ez bi hemû samîmiyeta xwe dipirsim; her çi qas mezheb û koka me ji hev cuda bin jî, ez dipirsim, ma xwîna ku li her çar aliyên cografyaya me diherike ne ya me ye?”

“Hemû mirovahî berdêla vî şerî dide”

Serokkomarê Tirkiyeyê destnîşan kir ku ji ber vî şerê bêwate aboriya herêmê xwîn winda dike û wiha pê de çû:

“Her çi qasî şer ê Îsraîlê be jî, berdêla wê ya giran pêşî Misilman û paşê jî hemû mirovahî dide.

Dema dengê mûşekan bisekinin, em dê careke din di vê cografyayê de bi hev re bijîn. Divê kes vê rastiyê ji bîr neke.”

Erdogan her wiha diyar kir ku ji 1967an ve cara ewil e ku li Mizgefta Eqsayê nimêja cejnê nehatiye kirin û ev yek wekî “êrişeke li hemberî îmana du milyar Misilmanan” pênase kir.

Erdogan li ser rewşa aborî jî got, “Pêşîniya me ew e ku em miletê xwe ji bandorên neyînî yên aborî yên vî şerî biparêzin.

Dibe ku krîzên demkî hebin lê em dê bi destûra Xwedê bigihin armancên xwe.”

“Em dê nekêvin xefikên CHPyê”

Erdogan ragihand ku dewlet dê teslîmî teşwîqkarên şer û aloziyan nebe û got:

“Tirkiyeyeke wisa heye ku tevî hemû derban jî naherife û wekî kevir li ser pêyan e. Kes nikare bi Tirkiyeyê çok bide danîn.

Înşalah Tirkiye dê bi ser bikeve û miletê me yê 86 milyonî dê bi ser bikeve.

Em dê nekêvin wan xefikên ku CHPyê ji bo me vedane. Em dê guh nedin wan teşwîqkarên şer ên ku di nav CHPyê de ne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst