Li Boluyê bûyereke hovane: Dayîkê pitika xwe kuşt

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Bolu Kuştin Pitik
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Geredeyê ya parêzgeha Boluyê ya Tirkiyeyê jineke bi navê S.C. qirika pitika xwe ya 2 mehî birî û ew kuşt.

Jina ku piştî bûyerê reviyabû, ji aliyê tîmên polîsan ve hat desteserkirin.

Bûyer saet derdora 19:00an li ser Cadeya Ramazan Dede ya li taxa Kîtîrlerê ya navçeya Geredeyê ya parêzgeha Boluyê qewimî.

Li gorî îdiayê, S.C.yê li mala xwe qirika pitika xwe ya bi navê E.C. jê kiriye û ew kuştiye.

Dayîka ku pitika xwe kuşt, pişt re ji malê dûr ket.

Li ser agahdarkirina cîranan, tîmên polîs û tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîma Lêkolîna Cihê Bûyerê û Dozgerê Komarê li malê lêkolîn kirin.

Dayîka bi navê S.C.ya ku piştî kuştina pitika xwe reviyabû, li navçeya Yenîçagayê ya Boluyê ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.

Piştî lêkolîna li malê, termê pitikê birin morga nexweşxaneyê.

Li ser bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst