DEM Partî dixwaze ku ji bo pêvajoya çareseriyê gav bên avêtin

12 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Pêvajoya Çareseriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nêzîkî sal û nîvekê ye pêvajoya çareseriya Pirsgirêka Kurdan a li Tirkiyeyê dest pê kiriye.

Berpirsên pilebilind ên Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) balê dikişînin ser girîngiya serxistina wê pêvajoyê.

"Armanc Tirkiyeyeke bêteror e"

Alîkarê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Celal Adan qala yekîtiya navxweyî ya Tirkiyeyê kir û got:

"Ew yekîtiya ku di navbera Serokkomarê me û Birêz Serokê me yê Giştî de ava bûye, hevpeymaniyeke bihêz e, hevpeymaniya Tirkiyeyê ye.

Armanc Tirkiyeyeke bêteror e. Armanc bidawîkirina dijminatiyên li Sûriyeyê û veguherandina wan a ji bo dostaniyê ye.

Her wiha pêkanîna aramiya herêmê ye."

Her çi qasî ji destpêka meha nîsanê ve rapora hevbeş a Komîsyonê ya ku pêşniyarên aliyên siyasî yên Tirkiyeyê yên derbarê pêvajoya çareseriyê li xwe digire, pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê hatibe kirin jî heta niha neketiye rojeva rûniştinên parlamentoyê.

Banga DEM Partiyê

DEM Partî di wê baweriyê de ye ku divê di pêvajoyê de lez bê kirin û gavên yasayî bên avêtin.

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê li ser vê mijarê got:

"Wekî ku Hevserokê me ji Serokkomar Erdogan re jî got, mase qayîm e, divê qayîm be û neherife.

Ji bo ku neherife, qayîm bimîne û hîn bihêztir bibe, divê em hemû bi hev re hemû şiyanên xwe bixin dewrê."

Çav li derxistina yasayan e

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Mustafa Çiftçi dibêje ku pêvajoya çareseriyê bi pêşengiya Serokkomar, Wezareta Karên Derve, Wezareta Parastinê û MÎTê bi awayekî çalak tê birêvebirin.

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî jî yek ji wan kesan e ku ji destpêkê ve piştgiriya vê pêvajoyê kiriye.

Ji bo bipêşxistina pêvajoya çareseriyê çav li derxistina yasayan e.

Lê belê rayedarên desthilatê dibêjin, ji bo derxistina yasayan divê rêxistin û saziyên PKKyê yên li welatên din û Ewropayê bi temamî xwe hilweşînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst