Tanrikulu: Erdogan dixwaze Kurdan ji CHPê dûr bixe

26-06-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê CHPê yê Amedê Sezgin Tanrikulu ragihand ku Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dixwaze Kurdan ji CHPê dûr bixe.

Parlamenterê CHPê Sezgin Tanrikulu li ser helwesta partiya xwe ya derbarê Kurdan de ji medya Tirkiyê re axivî. Tanrikulu dibêje, Erdogan dixwaze dengdêrên Kurd ji CHPê dûr bikevin.

Tanrikulu got: “Erdogan serokekî pragmatist e. Binêrin şeva hilbijartinê behsa hilbijartina Stenbolê kir. Cevdet Yilmaz kir cîgirê xwe û Yilmaz di roja çaremîn de li Umraniyeya Stenbolê ligel rûspî û karsazên Kurd civîn kir. Erdogan dixwaze bigihe wan aliyên ku ji wan dûr ket. Em ji bo bigihin wan aliyan çi dikin? Em tiştekî nakin. Divê em di çarçoveya hilbijartinên xwecihî de bi dengdêrên Kurd re peywendiyeke cuda ava bikin.”

Tanrikulu dibêje, divê bi taybetî bo Stenbol, Enqere, Edene, Mêrsîn, Antalya û Aydinê xwe bo hilbijartinên şaredariyan amade bikin, lê stratejiyeke navenda partiya wan nîne heta niha.

Parlamenterê CHPê dibêje: “Li gor min armanca mezin a Erdogan ew e, CHPê û dengdêrên Kurd ji hev dûr bixe. Stratejiya Erdogan a bo hilbijartinên xwecihî yên 2024an ew e: Dê ji Kurdan re bibêje, `teman deng nedin min, lê nedin CHPê jî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Wêneyekî temsîlî /  Arşîv

Naveroka Paketa Darazê ya 11an çi ye?

Tê pêşbînîkirin ku 55 hezar girtî bên berdan û bi hezaran girtî jî ji girtîgehên girtî derbasî girtîgehên nîvvekirî bibin