Li Îzmîrê bi hinceta PKKyê 10 kes hatin desteserkirin

26-12-2023
RÛDAW
Nîşan Îzmîr.PKK Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Îzmirê ya Tirkiyeyê bi hinceta “propagandaya PKKyê” 10 kes hatin desteserkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê, bi hinceta ku li ser medyaya civakî “propagandaya PKKyê” kiriye derbarê 4 kesan de û bi hinceta ji bo endamên PKKyê “çalakiya bîranînê” kiriye derbarê 6 kesan de biryara desteserkirinê da.

Hêzên ewlehiyê yên Îzmîrê, îro serê sibehê di çarçoveya biryara Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê de bi ser malan de girt û 10 kes desteser kirin.

Hêzên ewlehiyê 10 kesên ku hatibûn desteserkirin birin Rêveberiya Ewlehiyê ya Îzmîrê.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl, çalakvan û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst