Polîsan bi ser mala Parlamentera DEM Partiyê de girt

27-02-2024
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Çîçek Otlu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê bi ser mala Parlamentera DEM Partiyê Çîçek Otlu de girt û wan deriyê mala wê şikand.

Parlamentera Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ya Stenbolê Çîçek Otluyê derbarê mijarê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da.

Çîçek Otluyê diyar kir ku demjimêrên sibehê dema ew li Enqereyê bû, tîmên ser bi Şaxa Rûbirûbûna Terorê, bi ser mala wê ya li Stenbolê de girtiye, deriyê mala wê şikandine û di malê de lêgerîn kirine.

Otluyê amaje bi wê yekê da ku ew nizane çi zerer û ziyan bi mala wê ketine û wiha pê de çû:

“Ez dê ji Enqerê derbasî Stenbolê bibim. Ez dê li her derê li ser teşhîrkirina vê bêhiquqiyê berdewam bim û li dagehê gilî bikim.”

“Operasyon û deteserkirin nikarin ji têkoşîna me re bibin asteng”

DEM Partiyê jî derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir û got:

“Berî hilbijartinan operasyona polîsan a li ser rêveberên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) ku pêkhateya partiya me ye, encama polîtîkaya çavtirsandinê ya desthilatê ye.

Di operasyonê de deriyê mala Parlamentera me Çîçek Otlu jî hatiye şikandin.

Operasyon û deteserkirin nikarin ji têkoşîna me re bibin asteng.“

Daxuyaniya Rêveberiya Giştî ya Ewlehiyê ya Tirkiyeyê

Îro sibehê hêzên ewlehiyê di çarçoveya lêkolîneke de ku navenda wê li Îzmîrê bû li Îzmîr û Stenbolê bi ser gelek navnîşanan de girtin û gelek berpirs û endamên Partîzan û Fedarasyona Encûmenên Sosyalîst û ESPyê desteser kiribûn.

Rêveberiya Giştî ya Ewlehiyê ya Tirkiyeyê jî derbarê operasyona li ser mala Parlamentera DEM Partiyê Çîçek Otluyê de daxuyaniyek belav kir.

Rêveberiya ewlehiyê îdîa kir ku navnîşana yek ji kesên di operasyonê de hatiye desteserkirin û navnîşana Parlamentera DEM Partiyê, heman navnîşanan e.

Rêveberiya Giştî ya Ewlehiyê ya Tirkiyeyê herwiha eşkere kir ku di operasyonê de 15 kes bi gumana ku pere ji endamên rêxistinên MLKP - TKP/ML - MKPê yên li girtîgehê re şandine hatine desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst