Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş ragihand ku pêvajoya çareseriyê bi temamî di bin kontrola siyasetê de ye û got, “Tirkiye dê gavên pêwîst biavêje.”
Kurtulmuş her wiha got, “Peyama îro ya Îmraliyê girîng e û divê hemû pêkhateyên rêxistinê pêbendî wê bin."
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş îro beşdarî bernameyeke fitarê ya bi nûnerên saziyên civaka sivîl re bû.
Kurtulmuş li wê derê axivî û bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û pêngavên ji niha û pê ve.
"Peyama Îmraliyê girîng e"
Kurtulmuş bal kişand ser peyama Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan a îro û got:
"Peyama îro ya Îmraliyê girîng e. Îmraliyê ragihand ku ew çekan datînin û rêxistinê hildiweşînin."
Di peyamê de hat gotin ku îdeolojiya wan hilweşiyaye û serdema xebata çekdarî ya li Tirkiyeyê bi dawî bûye.
Hema bêje hemû partiyan piştgirî da meşandina vê pêvajoyê."
Rapor û gavên yasayî
Numan Kurtulmuş bi bîr anî ku di bin banê Parlamentoyê de komîsyonek ji bo birêvebirina pêvajoyê hatibû avakirin.
Wî diyar kir ku ji bilî partiyekê, hemû partiyên din bi dildarî beşdarî Komîsyonê bûne û rapora dawî amade kirine.
Kurtulmuş got, "Ev rapor îspat dike ku dilgiraniyên di nav hinek beşên civakê de bêbingeh in. Pêvajo bi temamî di bin kontrola siyasetê de ye."
Wî di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser gavên piştî danîna çekan û got:
"Yek ji xalên hevbeş ên raporê ew e ku li gel hilweşandina rêxistinê û danîna çekan, divê sererastkirinên yasayî yên pêwîst werin kirin.
Ji niha û pê ve hilweşandina rêxistinê û danîna çekan dê were piştrastkirin.
Piştre Tirkiye dê gavên pêwîst biavêje û êdî baca vî barê giran nade."
"Tirkiye serdemeke tarî li pey xwe dihêle"
Numan Kurtulmuş her wiha got, “"Tirkiye wê serdema tarî li pey xwe dihêle ku 50 salan dom kir.
Baca vê yekê 2,5 trilyon dolar bû û bi deh hezaran kesan tê de canê xwe ji dest da."
Kurtulmuş qala rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî kir û da zanîn ku rûdanên li Sûriyeyê bandoreke erênî li pêvajoyê dikin.
Her wiha "yekparçeyî û bihêzkirina dewleta Sûriyeyê" ji bo aramiya herêmê wekî xaleke girîng pênase kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse