Li Stenbolê operasyona Newrozê: 26 kes hatin desteserkirin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Stenbol Newroz Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyeyê bi îdiaya ku di pîrozbahiyên Newrozê de "propagandaya PKK-KCKyê" kirine, 26 kes hatin desteserkirin.

Li gorî daxuyaniyê, bi koordîneya Saziya Îstixbaratê ya Tirkiyeyê (MÎT), tîmên girêdayî Şaxa Rûbirûbûna Terorê û Îstixbaratê ya Birêvebiriya Ewlehiyê ya Stenbolê 26 kes tespît kirine.

Hat îdiakirin ku wan kesan di pîrozbahiyên Cejna Newrozê de "propagandaya PKKyê" kiriye.

Li ser vê yekê îro operasyonên hevdem hatin kirin.

Her wiha di encama operasyonan de her 26 kes hatin desteserkirin û kar û barên wan ên yasayî didomin.

Nêzîkî hefteyekê ye bi heman hincetê zêdetirî 100 kesî hatibûn desteserkirin û hejmarek welatî hatibûn girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst