Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş ragihand ku piştî ku çekdanîn û xwefesixkirina PKKyê bi fermî were piştrastkirin, ew dê bi lez dest bi pêngavên yasayî bikin.
Kurtulmuş got, “Eger partiyên li parlamentoyê wekî di komîsyonê de dilsoz bin, ev yasa dê di demeke kurt de werin derxistin.”
Numan Kurtulmuş di daxuyaniyekê de diyar kir ku Tirkiye neçar e xwe ji metirsiyên li herêmê hene biparêze.
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê destnîşan kir ku parlamento di demeke kurt de li ser raporeke hevbeş li hev kiriye û ev yek serkeftineke mezin e.
Kurtulmuş her wiha li ser şerê li gel Îranê jî axivî û got, “Derdê Îsraîlê ne Îran e, ew dixwaze xewna axên mizgînîkirî' pêk bîne lê ev xeyaleke xav e.”
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê hişyarî da ku berdewamiya şer dê aboriya cîhanê têk bibe û daxwaza vegera ser maseya dan û standinan kir.
Serokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di bernameya Newrozê ya Wanê de bangî hikûmetê kiribû ku divê "yasayên aştiyê" bi lez bên derxistin.
Şandeya DEM Partiyê bi Abdullah Ocalan re civiya
Li aliyê din, şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê ya ku ji Pervîn Buldan, Mithat Sancar û Faîk Ozgur Erol pêk tê, îro serdana Girava Îmraliyê kir û bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re civiya.
DEM Partiyê ragihand ku şande piştî hevdîtinê ji giravê vegeriyaye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse