Li Parlamentoya Tirkiyeyê hejmara dosyeyên rakirina parêzbendiyê eşkere bû

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Parlamentoya Tirkiyeyê Parêzbendî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Komîsyona Destûr û Dadê ya Parlamentoya Tirkiyeyê, li ser 145 parlamenteran hezar û 52 dosyeyên rakirina parêzbendiyê hene.

Hejmara herî zêde ya dosyeyan bi 628 dosyeyan li ser parlamenterên DEM Partiyê ye.

Alîkarê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Bekîr Bozdag, derbarê dosyeyên rakirina parêzbendiyê û wan kesên ku ji sala 2015an ve parêzbendiya wan hatiye rakirin hinek dane eşkere kirin.

Bekîr Bozdag, li ser pirsa parlamentera Amedê ya DEM Partiyê Ceylan Akça Cupoloyê dosyeyên rakirina parêzbendiyê ya li gorî partiyan parve kirin.

Li gorî bersivê, hejmara herî zêde bi 628 dosyeyan li dijî 43 parlamenterên DEM Partiyê ye.

Di heman demê de 325 dosye li dijî 71 parlamenterên CHPyê, 30 dosye li dijî 9 parlamenterên ÎYÎ Partiyê, 11 dosye li dijî 9 parlamenterên MHPyê û 8 dosye jî li dijî 5 parlamenterên AK Partiyê hene.

Her wiha 42 dosye li dijî 3 parlamenterên Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP), 2 dosye li dijî parlamenterekî Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û 5 dosye jî li dijî 3 parlamenterên serbixwe hene.

Hat diyarkirin ku dosyeyek li dijî parlamenterekî Partiya Rêya Nû (Yenî Yol) jî heye.

Bi giştî li ser 145 parlamenterên 8 partiyan, hezar û 52 dosyeyên rakirina parêzbendiyê hene.

Mafê parlamenteriyê ji 15 kesan hat standin

Bozdag navên wan kesên ku di çarçoveya xalên 76, 83 û 84an ên Destûra Tirkiyeyê de, ji 1ê Çileya 2015an ve ji ber pesendkirina cezayên wan mafê parlamenteriyê ji wan hatiye standin rêz kirin.

Ew kesên ku di vê çarçoveyê de endamtiya wan a parlamentoyê hatiye betalkirin ev in:

Figen Yuksekdag, Nursel Aydogan, Besime Konca, Ferhat Encu, Ahmet Yildirim, Îbrahîm Ayhan, Osman Baydemîr, Selma Irmak, Leyla Guven, Mûsa Farisogullarî û Can Atalay.

Betalkirina ji ber beşdarnebûnê

Bozdag her wiha navên wan kesên ku li gorî xala 84an a destûrê û ji ber beşdarnebûna civînên parlamentoyê endamtiya wan hatiye betalkirin eşkere kirin.

Li gorî vê Faysal Sariyildiz, Tugba Hezer Ozturk, Leyla Zana û Semra Guzel di nav wan kesan de ne ku endamtiya wan a parlamentoyê bi dawî bûye.

Yên bi biryara Dadgeha Destûrê vegeriyan

Bozdag bi bîr xist ku piştî xwendina biryara dawî ya dadgehê ya derbarê Enis Berberoglu û Omer Faruk Gergerlioglu li Civata Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê, endamtiya wan hatibû betalkirin lê piştî biryarên Dadgeha Destûrê wan careke din mafê parlamenteriyê bi dest xist.

20ê Gulana 2016an bi dengên fraksiyonên AK Partî û MHPyê û hinek ji parlamenterên CHPyê xala 83yan a Destûra Tirkiyeyê (ya derbarê rakirina parêzbendiya parlamenteran) hat guhertin.

Piştî vê yekê parêzbendiya 29 parlamenterên AK Partî, 10 ên MHP, 55 ên CHP û 53 parlamenterên HDPê tevî parlamenterekî serbixwe hatibû rakirin.

Ji wan 148 parlamenterên ku parêzbendiya wan hatibû rakirin, tenê mafê parlamenteriyê ji parlamenterên HDPê hat standin.

9 parlamenterên HDPyê ku Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag (Hevserokên wê demê yên HDPyê) jî di nav de bûn, hatin girtin.

11 parlamenterên din ên HDPyê jî ji ber neçûna parlamentoyê û biryarên dadgehê yên berê, mafê parlamenteriyê ji dest da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst