Li deriyên sînor 130 hezar kesan deng dane

27-05-2023
RÛDAW
Nîşan Deriyê Sînor ‌Hilbijartin 2023
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê ragihand ku di dengdana gera duyem a hilbijartina serokkomariyê de li deriyên sînor heta niha 129 hezar û 580 kesan deng dane.

Li gor Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê, heta demjimêr 22:00ê roja Înê 26ê Gulana 2023an li deriyên sînor 129 hezar û 580 kesan deng dane. Ev di demekê de ye desteya navborî roja 25ê mehê belav kiribû ku 112 hezar û 323 kesan deng dane. Wate di 24 demjimêrên borî de 17 hezar û 257 kes li deriyên sînor çûne ser sindoqên dengdanê.

Li gor rojjimêra gera dûyem a hilbijartina serokkomariya Tirkiyê, proseya dengdanê li deriyên sînor heta demjimêr 17:00ê roja 28ê Gulanê berdewam dibe. Her li gor amarên Desteya Bilind a Hilbijartinan, bi giştî hejmara wan yên li derveyî Tirkiyê û li deriyên sînor deng dane gihiştiye yek milyon û 912 hezar û 687 kesan.

Di gera yekem a proseya dengdana derve de, yek milyon û 691 hezar û 287 kesan û li deriyên sînor jî 148 hezar û 183 kesan deng dabûn. Bi giştî yek milyon û 839 hezar û 470 kes çûbûn ser sindoqên dengdanê û deng dabûn.

Di gera yekem a hilbijatina serokkomariya Tirkiyê de, Berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan %49.52ê dengan, Berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu %44.88ê dengan û Berbijêrê Hevpeymaniya Ata Sînan Ogan jî %5.17ê dengan bidest xistibû. Ti berbijêrekî ji sedî 50 kom yekê dengan bidest nexist, lewra hilbijartina serokkomariya Tirkiyê di navbera Erdogan û Kiliçdaroglu de ma gera dûyem.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst