Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeheke Tirkiyeyê cezayê heta hetayê li 4 efserên artêşa Tirkiyeyê yên ku li bajarê Hatayê yê Tirkiyeyê birî ku destê wan di kuştina 2 welatiyên Sûriyeyê de hebûye.
Leşker û efserên artêşa Tirkiyeyê Adara 2023yan 9 welatiyên Sûriyeyê şkence kirin û 2 ji wan jî kuştin.
22 leşker û efser bi tohmeta şkence û kuştina 9 welatiyên Sûriyeyê hatin darizandin.
Dadgehê ji ber tawanê kuştinê cezayê heta hetayê li 4 efseran birî.
Li gorî biryarê, 7 efser jî bi tohmeta “bi qestî birîndarkirin”, “tunekirin” û “veşartina belgeyan” a di dozê de cezayê 7 sal û nîv girtinê li wan hat birîn.
Dozger da zanîn ku wan efseran li parêzgeha Hatayê ya Tirkiyeyê komek welatiyên Sûriyeyê desteser kiribûn ku 8 ji wan bi awayekî neyasayî derbasî nav sînorên Tirkiyeyê bûbûn.
Efser û leşkeran bi şîş û hesinan li 9 kesan xist û ew neçar kirin ku benzînê vexwin.
Ebdulrezaq Qestal û Ebdulstar Hecar ji ber vexwarina benzînê û şkenceyê mirin.
Efser û leşkeran kesên din jî vegerandin Sûriyeyê.
Ji sala 2011ê ve, bi milyonan welatiyên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ji bo rizgariya ji şerê navxwe berê xwe da Tirkiye û Bakurê Kurdistanê.
Ji serê salê ve zêdetirî 275 hezar kesan ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê vegeriyane Sûriyeyê lê belê hîn jî nêzîkî 2,7 milyon welatiyên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê li Tirkiyeyê dijîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse