Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiyeyê ji ber şerê di navbera Îsraîl û Amerîkayê li gel Îranê de ji bo welatiyên xwe yên li Îraq û Herêma Kurdistanê hişyariyeke ewlehiyê ya bilez belav kir.
Ji welatiyan hat xwestin ku daxuyaniyên fermî ji nêz ve bişopînin û li herêmên ewle bimînin.
Balyozxaneya Tirkiyeyê ya Bexdayê, piştî pevçûnên leşkerî yên ku li Rojhilata Navîn derketin ji bo welatiyên xwe yên li Îraq û Herêma Kurdistanê daxuyaniyek parve kir.
Balyozxaneyê di daxuyaniyê de bal kişand ser hestiyariya rewşa ewlehiyê ya li herêmê.
Hat diyarkirin ku divê welatî ji bo ewlehiya canê xwe tevdîrên pêwîst bistînin.
"Daxuyaniyên fermî bişopînin"
Di metna ku ji aliyê balyozxaneyê ve hatiye belavkirin de wiha hat gotin:
"Di çarçoveya bipêşketinên dawî yên li herêma me de, em bi girîngî pêşniyar dikin ku ew daxuyaniyên dê ji aliyê balyozxaneya me ve bên dayîn û daxuyaniyên fermî yên ku dê ji aliyê meqamên Îraqê ve bên belavkirin ji nêz ve werin şopandin."
Hat bibîrxistin ku divê welatî guh nedin zanyariyên nepiştrastkirî û tenê kanalên fermî esas bigirin.
Pêşniyara mana li herêmên ewle
Di daxuyaniya ku tê de hişyariyên li dijî metirsiya pevçûnan hene de wiha hat gotin:
"Tê pêşniyarkirin ku welatiyên me ji qadên îhtîmalî yên pevçûnan dûr bisekinin û li herêmên ewle bimînin."
Hat ragihandin, bi taybetî divê ew ji herêmên ku tevgera leşkerî lê zêde ye yan jî tesîsên stratejîk lê hene dûr bisekinin.
Hejmarên pêwendiyê yên ji bo rewşên bilez
Nûnertiyên Tirkiyeyê yên li Îraqê, hejmarên pêwendiyê û agahiyên navenda banga konsulxaneyê parve kirin ku welatî di dema pêwîstiyê de 7/24 karibin xwe bigihînin wan.
Welatî dikarin di rewşên bilez de bi rêya van kanalan pêwendiyê deynin:
Navenda Banga Konsulxaneyê: +90 312 292 29 29
Balyozxaneya Bexdayê: +964 771 233 9023
Konsulxaneya Giştî ya Hewlêrê: +964 750 802 5160
Konsulxaneya Giştî ya Mûsilê: +964 772 443 5143
Konsulxaneya Giştî ya Besreyê: +964 780 806 5000
Konsulxaneya Giştî ya Necefê: +964 783 770 0413
Piştî êrişên ku Îsraîl û Amerîkayê vê sibehê li dijî Îranê dan destpêkirin aloziya li herêmê gihîştiye asta herî bilind.
Vatandaşlarımızın Dikkatine pic.twitter.com/NnnULpM02X
— Türkiye in Iraq (@TC_BagdatBE) February 28, 2026
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse