Li Enqereyê xwenîşandana karkerên madenê bi dawî bû

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Enqere Karker Xwenîşandan Maden
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ragihand ku xwenîşandana karkerên madenê ya ku ev demeke li Enqereyê dihatin kirin bi dawî bû û aliyên karker û kardêran li hev kir.

Li Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ji bo nirxandina xwenîşandanên karkerên madenê yên li Enqereyê, di navbera nûnerên karker û kardêran de civînek hat lidarxistin.

Civîn di bin serokatiya Alîkarê Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Çelîk de hat lidarxistin.

Alîkarê Wezîrê Kar û Ewlehiya Civakî yê Tirkiyeyê Faruk Ozçelîk, Alîkarê Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê Abdullah Tancan, Birêvebirê Giştî yê Ewlehiyê Mahmut Demîrtaş, Birêvebirê Ewlehiyê ya Enqereyê Engîn Dînç, Alîkarê Parêzgarê Enqereyê Gursoy Osman Bîlgîn û Serokê Daîreya Ewlehiyê ya Birêvebiriya Giştî ya Ewlehiyê Emrullah Golcuk beşdarî civînê bûn.

Her wiha Serokê Giştî yê Sendîkaya Maden-Îşê ya Serbixwe Gokay Çakir, berpirsê sendîkayê Başaran Aksu, karkerên madenê Sînan Koçak û Ozcan Gultekîn û xwediyê Şirketa Doruk Madencîlîkê Sebahattîn Yildiz jî di civînê de amade bûn.

Di civîna ku nêzîkî saet û nîvekê berdewam kir de, ji bo bidawîanîna grev û xwenîşandanan li ser zemîna lihevkirinê dan û standin hatin kirin.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ragihand ku civîn bi lihevkirina aliyan bi dawî bûye û karkeran eşkere kiriye ku wan bi kardêr re li hev kiriye û xwenîşandanên xwe bi dawî kirine.

Meaşên karkeran hatin razandin

Li aliyê din, hat zanîn ku bi hewlên Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Mustafa Çîftçî, ji aliyê kardêr ve 96 milyon û 340 hezar lîre li hesabên karkeran hatiye razandin.

Serokê Giştî yê Sendîkaya Maden-Îşê ya Serbixwe Gokay Çakir li ber avahiya Wezareta Karên Navxwe daxuyaniyek da û destnîşan kir ku civîn erênî derbas bûye.

Gokay Çakir li ser encamên civînê wiha axivî:

"Meaşên piraniya hevalên me hatin razandin.

Ji bo mayîna mafan 15 roj wext ji me xwestin.

Wezareta Kar û Ewlehiya Civakî, Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî, Wezareta Karên Navxwe û Birêvebirê Ewlehiyê ya Enqereyê bûn garantor.

Me jî ji vê saetê pê ve xwenîşandanên xwe bi dawî kirin.

Hevalên ku dixwazin ji kar derkevin û mafê wan ê tezmînatê heye, dê hemû mafên wan di nava 15 rojan de werin dayîn, şirketê soza vê yekê da.

Lê hevalên ku dixwazin bixebitin dê nikaribin ji van mafan sûdê wergirin, ew dê tenê meaşên xwe bistînin.

Lê eger karkerek bi kardêr re li hev bike û bibêje, ez dê dest ji kar berdim, wê demê tezmînata her kesî dê di nava 15 rojan de were dayîn. Em dê nehêlin ku karkerên me bibe qurbanî."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst