Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan derbarê pêvajoya nû got, “Kî piştgiriyê bide pêvajoyê dê navê xwe li dîrokê binivîse”
Recep Tayyîp Erdogan derbarê pêvajoya nû axivî û destnîşan kir ku divê ew wekî dîwarekî bi hev ve werin girêdan.
Erdogan got, "Lêgerîna ewlehiya hevpar a Tirkiyeyê ya li herêmê, bêyî cudakariya Kurd, Ereb, Tirkmen û Farisan polîtîkayeke wisa ye ku divê were piştgirîkirin.
Çawa ku goşt û neynûk ji hev venaqetin, ti kes nikare me û birayên me yên ku em hezar sal in bi hev re dijîn jî ji hev veqetîne.
Li dijî wan kesên ku hewl didin nifaqê bixin nava me, em dê sirûdên xwe yên serkeftinê bi stranên xwe yên biratiyê bibêjin."
Erdogan bal kişand ser salvegera 25emîn a AK Partiyê û got:
"Dema ku em nêzîkî salvegera 25emîn a damezirandina partiya xwe dibin, em bi siyaseta xwe ya xizmet û berheman bi can û dil dixebitin.
Ji bo projeya 500 hezar xaniyan 8 milyon welatiyan serî lê da.
Armanca me ew e ku em xaniyên xwe bi lez ava bikin û radest bikin.
Bi îzna Xwedê em dê ji Adara 2027an pê ve xaniyên xwe qonax bi qonax radest bikin."
“Pêvajo wekî ku tê xwestin didome”
Erdogan derbarê pêvajoyê jî wiha got:
"Bi pesendkirina rapora komîsyonê re, em gihîştin qonaxeke gelekî hestiyartir.
Em dixwazin bi piştevaniya Tifaqa Cumhurê vê qonaxê bê qeza û bela derbas bikin.
Atmosfereke erênî heye, tiştên ku divê werin kirin hene û pêvajo wekî ku tê xwestin didome."
Em derketin vê rêyê da ku em astengiyên herî mezin ên li pêşiya Tirkiyeyê rakin û xencera ku li biratiyê ketiye derxin û bavêjin.
Em ne ji bo xwe, ji bo paşeroja ronî ya Tirkiyeyê derketin vê rêyê. Em ketin rê da ku nifşên nû wan berdêlan nedin ku me dane."
“Kî zererê bide dê li pêşiya dîrokê berpirsyar be”
Serokkomarê Tirkiyeyê di dawiyê de ev hişyarî da:
"Di vê dema biêş de ku herêma me tê re derbas dibe, her kesê ku piştgiriyê bide pêvajoyê dê navê xwe li dîrokê binivîse.
Her hewldanên ku zererê bide pêvajoyê jî dê li pêşiya dîrokê berpirsyar be.
Ji niha pê ve jî em dê vê têgihiştina xwe ya berfireh û avakar bidomînin."
Erdogan bangî parlamenterên xwe kir û got, "Parlamenterên me, gelê me ji me xizmetê dixwaze.
Divê em erkên xwe yên hiqûqî bêyî ku ti astengiyan nas bikin bi cih bînin.
Ji kîjan partiyê dibe bila bibe, em ji bo xizmetkirina 86 milyonan li vê derê ne.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse