Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş ragihand ku pêvajoya çareseriyê ketiye ser rêya xwe û êdî veger jê nîne.
Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş beriya civîna koma AK Partiyê bi rojnamegeran re civiya.
Kurtulmuş li avahiya Parlamentoyê derbarê qonaxa dawî ya "Pêvajoya Çareseriyê" de nirxandinên girîng kirin.
Kurtulmuş destnîşan kir ku ew ji bipêşketinên pêvajoyê razî ne û got, "Kar ketiye ser rêya xwe, êdî ji vê derê veger nîne."
"Dê berdêla wê pir giran be"
Numan Kurtulmuş bersiv da daxuyaniya Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel.
Ozel di civîna şaredaran de gotibû, "Eger darizandina girtiyan a bêgirtî nekeve rojevê em dê ji ser maseyê rabin."
Kurtulmuş derbarê vê daxwaza Ozel û egera rawestandina pêvajoyê de hişyariyeke tund da û got:
"Pêwîst e em hemû bi hestiyarî nêzîk bibin. Xwedê neke, eger ev pêvajo nîvco bimîne, dê berdêla wê ji bo welatê me pir giran be.
Divê Tirkiye careke din berdêlên bi vî rengî nede."
"Danîna çekan asta krîtîk e"
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê bal kişand ser rapora ku ji aliyê Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ve hatiye amadekirin.
Kurtulmuş tekez kir ku di raporê de "asta krîtîk" wekî destnîşankirin û piştrastkirina danîna çekan hatiye pênasekirin.
Numan Kurtulmuş ragihand ku ji bo derxistina yasayên derbarê pêvajoyê de, pêwîst e ti guman di serê 86 milyon welatiyan de nemîne.
Kurtulmuş li ser vê mijarê wiha axivî:
"Wekî mînak, li Silêmaniyê danîna çekan di pêvajoyê de hewayeke pir erênî çêkir. Pêwîst e heman tişt were kirin.
Nabe ku bipêşketinên li Rojhilata Navîn bandorê li ser vî karî bikin.
Ev yek dest pê kiriye, ez bawer im dê bi dawî bibe. Ez di wê baweriyê de me ku dê bi şêwazekî erênî bi dawî bibe.
Di encamê de ew qas ked heye, ew qas hewldan û niyeta pak heye. Ev niyet li cem Serokkomarê me, birêz Bahçelî û hemû partiyan heye."
Dan û standinên bi Ocalan re
Serokê Parlamentoyê derbarê dan û standinên bi Abdullah Ocalan re jî nêrînên xwe parve kirin.
Kurtulmuş diyar kir, ew bawer dike ku Îmraliyê ji destpêkê ve niyeta xwe bi awayekî zelal nîşan daye û got:
“Dema ku pêwîstî bi daxuyaniyên nû hebe ku piştgiriyê didin vê niyetê, divê bên dayîn.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse