Ahmet Turk û Ahmet Ozer dê vegerin ser karên xwe?

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Ahmet Turk Ahmet Ozer Mêrdîn Esenyurt
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tê îdiakirin ku Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer ên ku ji wezîfeyê hatibûn dûrxistin, dê meha gulanê vegerin ser karên xwe.

Rojnameger Sînan Burhan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku Ahmet Turk û Ahmet Ozer ên ku qeyûm li şûna wan hatibûn tayînkirin, dê meha gulanê vegerin ser erkên xwe.

Sînan Burhan di parvekirina xwe de anî ziman:

"Di pêvajoya Tirkiyeya Bêteror de dê gavên girîng werin avêtin.

Tê gotin ku di nava meha gulanê de, Şaredarê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer dê vegerin ser karên xwe."

Bahçelî gotibû ‘Bila Ahmet herin ser meqamên xwe’

Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî di daxuyaniya xwe ya hefteya borî de destnîşan kiribû ku divê Turk û Ozer vegerin ser karên xwe û dabû zanîn:

"Heta ku Anadolu bigihêje aramiyê, Ocalan bigihêje hêviyê, Ahmet herin ser meqamên xwe û Demîrtaş vegere mala xwe, biryara me zelal e."

Çi qewimîbû?

Piştî hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2024an, Ahmet Turk li Mêrdînê û Ahmet Ozer jî li Esenyurta Stenbolê wekî şaredar hatibûn hilbijartin.

Her du jî ji ber lêpirsînên ku li ser wan hatibûn vekirin ji wezîfeyê hatibûn dûrxistin û li şûna wan qeyûm hatibûn tayînkirin.

Ahmet Turk paşê di doza ku lê dihat darizandin de beraat kir.

Ahmet Ozer jî ceza stand lê hatibû berdan ku li derve were darizandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst