Hewlêr (Rûdaw) - Li seranserê Bakurê Kurdistan û Tirkiyê di roja yekem a cejnê de herî kêm 5 hezar û 794 kes di dema serjêkirina qurbanan de birîndar bûn.
Sibeha Cejna Qurbanê piştî nimêja cejnê gelek welatiyan kêrê xwe tûj kirin û xwestin ajalên qurbanê serjê bikin, lê ji ber di karê xwe de ne pispor bûn, hinekan dest û hinekan jî lingê xwe birîndar kirin û berê xwe dane nexweşxaneyan.
Herwiha beşek ji welatiyan jî bi derbên ajelên qurbanê birîndar bûn.
Li gor amaran, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di roja yekem a cejnê de herî kêm 5 hezar û 794 kesan ji ber birînên xwe yên di dema serjêkirina ajelan de an jî ji ber derbên ku ajelên qurbanê li wan dane serî li nexweşxaneyan dane.
Tenê li Stenbolê di dema serjêkirina qurbanan de 917 kes birîndar bûne.
Bo 10 kesên ku serî li nexweşxaneyên dewletê dane ji ber birînên wan neştergerî hat kirin.
Qesabên neşareza ji ber birînên xwe berê xwe dan nexweşneyan û qerebalixiyeke zêde li ber deriyê nexweşxaneyan çêbû.
Hinek ji qesabên neşareza ku cara yekem ajelan serjê dikin, dibêjin beşek ji wan di dema girtina ajelan de birîndar bûne û hinek jî dibêjin di dema serjêkirinê de birîndar bûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse