Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Kayserî ya Tirkiyê di bûyereke trafîkê de kesekî canê xwe ji dest da û 14 kesên din jî birîndar bûn.
Bûyer îro Pêncşemê 29ê Hezîrana 2023an li ser rêya sereke ya Sêwaza Bakurê Kurdistanê û Kayseriya Tirkiyê li xaçerêya gundê Yeşîlyurt qewimî.
Li gor zanyariyan, minîbusek ku hejmarek karkerên demsalî û malbatên wan vediguhestin û barhilgirek lihev qelibîn.
Di bûyerê de herdû şofêr û 13 kesên di nav minîbusê de birîndar bûn û bi ambulansan bo nexweşxaneyên Kayseriyê hatin veguhestin.
Lê birîndarê bi navê F.K. ji ber birîna wî giran bû li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.
Ji ber bûyerê heta demekê rê li ber çûn û hatinê hat girtin, lê paşê çûn û hatin vegeriya rewşa xwe ya asayî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse