Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê havîna germ hat û agirê daristanan dest pê kir.
Roja şemiyê li 14 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê agir bi daristanan ket.
Li piraniya cihan ji jor û jêr xebatên vemirandinê hatin destpêkirin û gelek gund hatin valakirin.
Yek ji wan parêzgehên ku agir li wir bi daristanan ketiye Aydin e.
Parêzgarê Aydinê ji welatiyan daxwaz dike ku zêdetir baldar bin.
Parêzgarê Aydinê Yakup Canbolat:
“Îro dîsa em bi agiran re têkoşînê dikin hevalno, bi rastî em wekî Tirkiye tekoşînê dikin.
Divê her kes ji bo tedbîrên agir zêdetir baldar be.
Dema îhmalkarî û rîsk zêde dibin, egera agiran jî zêde dibe.
Germa û ba heye, hûn dizanin.”
Her çi qas yekser xebatên agir vemirandinê ji jor û jêr hatibin destpêkirin jî ji ber bayê zêde agir zû belav dibin û zerereke zêde çêdibe.
Hevserokê Şaredariya Havranê Emîn Ersoy jî da zanîn:
“Hemû tîm li vê derê ne, tîmên agir vemirandinê û AFADê li vê derê ne.
Bi hemû tankerên li herêmê yên şaredariyan, bi balafir û helîkopteran xebatên vemirandinê berdewam in.”
Wezîrê Çandinî û Daristanan ê Tirkiyeyê Îbrahîm Yumakli ragihand ku rojên 27 û 28ê Hezîranê 150 agir derketine ku 83yê wan roja şemiyê bûne.
Îbrahîm Yumakli da zanîn, ji wan şewatan tenê 4 mane ku nehatine kontrolkirin û ji ber agir kesek birîndar bûye û 3 kes jî hatine desteserkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse